Tekîk: Petrola DAIŞ'ê li parzîngehên veşartî tê parzinandin

Sekreterê Perwerde û Rêxistinbûyînê yê Sendîkaya Petrol-Îş'ê Mûstafa Tekîk daxuyaniyên Rûsya yên li ser 'kirîna petrola DAIŞ'ê ji aliyê Tirkiyeyê ve' nirxand û destnîşan kir, ku îdîaya Rûsyayê aşkerakirina rewşa heyî ye.

Sekreterê Perwerde û Rêxistinbûyînê yê Sendîkaya Petrol-Îş'ê Mûstafa Tekîk daxuyaniyên Rûsya yên li ser 'kirîna petrola DAIŞ'ê ji aliyê Tirkiyeyê ve' nirxand û destnîşan kir, ku îdîaya Rûsyayê aşkerakirina rewşa heyî ye.

Tekîk bal kişand ser firotina petrola çeteyên DAIŞ'ê ji Tirkiyeyê re got, "Ji sedî sed, DAIŞ beşek ji petrola ji herêmên lê serdest e derdixîne, dişîne Tirkiyeyê. Yanî êdî her kes dizane ku ev rastî nema dikare bê veşartin. Lê belê di destê me de agahiyeke zelal a li ser hatina vê petrolê ji parzîngehên TUPRAŞ'ê yên Êlihê nîne. Ji hevalên me yên karker heta hevalên nûnerê Petrol-Îşê min ji hemûyan pirsî, lêkolîn kir. Nîşaneyeke di vî warî de nîne. Dewlet an jî parzîngeha TUPRAŞ'ê ewqasî ne amator in ku petrola bi rêya satalayt tê dîtin, biherikînin parzîngehên xwe. Lê belê rastiyeke ku petrola DAIŞ'ê tê Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê dikeve depoyan, li parzîngehên veşartî bi awayekî dizî bi mazot û benzînê tê parzinandin an jî di ser Tirkiyeyê re tê transferkirin. Ev mijarên ku em pê dizanin e. Gelek caran min bihîstiye û bûme şahid ku li Mersîn, Dîlok, Ceyhan û Skenderûnê DAIŞ vê yekê bi awayekî gelekî profesyonel dike. Yekser li ser navê rêxistinê nayê kirin. Hin komîsyonên ji bo xwe dixebitîne hene û beriya her tiştî petrolê ji van komîsyonkaran re dişîne. Bi rêya komîsyonkar re petrolê dişîne van bajarên min navê wan bilêv kir. Di nava vê tevnê de tevneke navneteweyî heye, yên ji Rojhilata Navîn jî hene. Hin navbeynkarên DYA'yî, Îngilîz jî hene. Bi destê van petrola DAIŞ'ê transferî Tirkiyeyê tê kirin û li Tirkiyeyê tê depokirin. Bi taybetî li bendergehên Skenderûn û Mersînê ji firotina petrolê re navbeynkariyê dikin û beşekî jê jî li Tirkiyeyê dixin depoyan. Bêguman ev yek dîrekt ji aliyê dewletê ve nayê kirin, bi destê karsazên xwe weke sivîl nîşan didin, tê kirin."

'DAXUYANIYA RÛSYAYÊ AŞKERAKIRINA RASTIYA HEYÎ YE'

Li ser daxuyaniya Rûsyayê ya dibêje 'Tirkiye petrolê ji DAIŞ'ê dikire' Tekîk got, "Li Tirkiyeyê, ji bilî parzîngehên normal, bi sedan parzîngehên biçûk, amator û ne teknolojîk ên petrolê safî dikin, hene. Em ji wan re dibêjin 'rafîneriyên bêrîkê'. Li van parzîngehên veşartî petrol tê safîkirin û pêşkêşî bazarê tê kirin. Belgeyeke di vî warî de li ber destê me tineye, lê belê, ji xwe belgeya tiştekî bi vî rengî nabe. Ya ku Rûsya gotiye, aşkerakirna rastiya heyî ye."

'ROJANE 150 HEZAR VARÎL PETROL JI DAIŞ'Ê TÊ KIRÎN'

Tekîk da zanîn ku petrola ji bîrên li herêmên di destê çeteyên barbar DAIŞ'ê de tê derxistin, bi nîv buhayî ji Tirkiyeyê re tê firotin û got, "25 sal in ez di karê petrolê de dixebitim. Li gorî texmîna min rojane 150 hezar varîl petrol bi awayekî ne fermî DAIŞ difiroşe Tirkiyeyê. Bi buhayekî gelekî erzan. Ji ber ku niha varîlek petrolê bi 40-45 dolarî tê firotin, petrola ji Tirkiyeyê re tê dayîn bi 20-25 dolarî ye."

'DIVÊ PETROLA LI HERÊMA KURDAN PÊŞKÊŞÎ GELÊ HERÊMÊ WERE KIRIN'

Tekîk di dewama axaftina xwe de bal kişand ser petrola ji bajarên Bakurê Kurdistanê tê derxistin û da zanîn ku ji destpêkê ve ew dixwazin petrola li herêmê radestî gelê herêmê bê kirin. Tekîk da xuyakirin ku gelê Êlihê bi ti awayî ji petrola ji bajêr tê derxistin, sûdê wernagire.

Tekîk her wiha diyar kir ku weke alternatîfa ji petrolê re niha xebatên zanistî li ser gaza zinar tên meşandin û anî ziman ku ji ber vê yekê bala niha li ser bajarên Bakurê Kurdistanê. Tekîk destnîşan kir ku xebateke bi vî rengî wê zerareke mezin bide sîstema ekolojîk û xwezayê.