Ne hilbijartin, têkoşîna xilasbûna ji faşîzmê

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî di civîna hevserokên bajêr de axivî û got, ew ê plana hilbijartina xwecih nekin, têkoşîna xilasbûna ji faşîzmê bidin. Temellî bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku tevlî vê têkoşînê bibin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li avahiya navenda giştî ya partiyê beriya civîna hevserokên bajêr têkilî rojevê axivî. Temellî got têkilî hilbijartinên xwecih ew ê qonaxeke girîng bidin despêkirin û hilbijartina xwecih bi hev re plan dikin. Temellî got, ''Em ê gelekî bixebitin. Ji bo vê jî divê em vê demê baş plan bikin. Rewşa li ber me ne tenê plana hilbijartina xwecih, têkoşîna xilasbûna ji faşîzmê ye''.

'TIRKIYE JI HEVDÎTINAN VEKIŞE WÊ ÇARESERÎ WERE'

Temellî vekişîna Tirkiyê ya ji hevdîtinên Libyayê bi bîr xist û got ew heman tiştî li Sûriyê jî hêvî dikin. Temellî got, ''Heke Tirkiye ji van hevdîtinan jî vekişe dibe ku çareserî bibe. Tirkiye ji di serî de Idlib neçareseriyê ferz dike. Dema ku vê dike jî li dijî Rojava zimanekî gefxwir bi kar tîne. Nahêle ku ji bo çareseriya pirrsa Kurd gav werin avêtin. ''

'SERWERIYA QESRÊ HEYE'

Têkilî fezlekeyên li ser parlamenterên HDP'ê Temellî diyar kir daraza Tirk ne serbixwe ye û got, ''Li vî welatî ne serweriya hiqûqê serweriya Qesrê heye. Daraz ketiye ber nîr. Bi taybetî dozên li ser HDP'ê û fezlekeyên li ser me, dema ku mirov li van binere mirov vê dibîne.''

'VEXWENDINA XILASBÛNA JI TECRÎDÊ'

Hevserok Temellî li ser çalakiya Hevseroka KCD'ê û Paralmentera Colemergê Leyla Guven, ku ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grêva birçîbûnê dabû destpêkirin û got, ji bo azadbûna Tirkiyê gaveke girîng e. Temellî got, ''Bi çalakiya xwe banga li gelên Tirkiyê dike ku têbikoşin û Tirkiyê ji tecrîdê xilas bikin. Li Tirkiyê mirov dest bavêje kîjan pirsê mirov dikare siyasta talanê ya vê desthilata zordar bib3ine. ''

'DEMA WÊ YE KU EM JI REJÎMA OTORÎTER XILAS BIBIN'

Temellî herî dawî got li Tirkiyê pirsên giran hene û domand, ''Em bang li hemû derdoran, jin, kedkaran dikin ku werin rex hev û xwe ji vê rejîma otorîter xilas bikin. Heke ev pêk were li ser mijara demokrasî û aştiyê mirov dikare gaveke baş bavêje, mirov dikare ji van probleman xwe xilas bike. Em dixwazin di hilbijartinên xwecih de têkoşîneke mezin a demokrasiyê bidin destpêkirin. Bi 24'ê Hezîranê re em derbasî dîktatoriya destûrî bûn. Banga me ji bo hemû muxalefetê ye. Rênîşandêriya gel ji bo me rêber e. 4 meh û nîvên me mane. Em bawer dikin ku hemû rêxistinên me yên partiyê vê demê baş bi kar bînin. Em ê rojê 24 saetan bixebitin û qeyûman bavêjin ser sergoya dîrokê.''