Guven: Heta ku hevdîtin bê kirin ez ê di greva birçîbûnê de bim

Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku dîlgirtî ye û li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê got, "Aktorê çareseriya pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyeyê Birêz Ocalan e."

Tevgera Jinên Azad (TJA) nameya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven ku di roja 7'an a greva birçîbûnê de ji wan re şand, bi raya giştî re parve kir.

Guven di nameya xwe de bal kişand ser polîtîkayên înkar, îmha û qirkirina çandî yên li dijî gelê Kurd û got, "Ji ber van polîtîkayan, pirsgirêka herî giran a civaka Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dem bi dem hewldanên ji bo çareseriyê pêk hatin, lê belê ji ber polîtîka û zîhniyeta desthilatdar a serwer û yekparêz ev hewldan neçûn serî. Herî dawî Birêz Ocalan di Newroza 2013'an de ji bo çareseriya pirgirêka Kurd peyamek şand û pêşî li pêvajoyeke nû vekir. Birêz Ocalan di nameya xwe de bal kişand ser biratiya qedîm-dîrokî ya gelên Kurd û Tirk û diyar kir ku çareseriya aştiyane û civakî bi dînamîkên navxweyî dikare pêk were. Birêz Ocalan di nava pêvajoya çareseriyê de careke din nîşan da ku di çareseriyê de aktorê yekane ye.

'AKP CIHÊ HILWEŞÎNÊ YE, OCALAN ADRESA ÇARESERIYÊ YE'

Pêvajo gihîşt asta danûstandinan û di demeke wiha de ji ber polîtîkayên yekparêz-şer ên hikumeta AKP'ê pêvajo qediya, welatê me ji nû ve kete nava şer û rewşeke hilweşîner. Hikumeta AKP'ê ku neçareseriyê ferz dike ji aliyekî ve dest danî ser şaredariyên gel, lia liyê din bi girtina nûnerên gel re kir ku pirsgirêk girantir bibe. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku aktorê çareseriya hemû pirsgirêkên civakî Birêz Ocalan e. Ji sala 2015'an û vir ve Birêz Ocalan nikare malbat û parêzerên xwe bibîne. Dixwazim bêjim ku Birêz Ocalan ê ku bi rengekî giran tecrîdkirî ye, xwedî mîsyoneke welê ye ku dikare aştiyê ji civaka Tirkiyeyê re bîne. Ji bo karibe mîsyon û rola xwe bi cih bîne, divê li gorî hiqûqa neteweyî û navneteweyî şert û merc bên afirandin.

Ji ber vê yekê, heta ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin were kirin min bi îradeya xwe ya azad dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir."