Rotînda Amed: Her gotina Rêbertî talîmat e
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Rotînda Amed ragihand ku her gotineke Rêber Apo ji bo wan perspektîf û talîmat e û got, "Paşerojê çi wezîfe û berpirsyarî dibe bila bibe, amade me tevlî bibim."
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Rotînda Amed ragihand ku her gotineke Rêber Apo ji bo wan perspektîf û talîmat e û got, "Paşerojê çi wezîfe û berpirsyarî dibe bila bibe, amade me tevlî bibim."
Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li du qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin. Ji delegeyên kongreyê Rotînda Amed ev nirxandin kir:
"Ev cara yekem e, ez tevlî kongreya PKK’ê dibim. Di şexsê heval Fuat û Riza de me dît ku berdêl dayîna PKK’ê çiqas giran e. Di nava PKK’ê de her hevalek bi rengê xwe heye. Cudabûna hevalên PKK’ê di rengê xwe yê şehadetê derketiye holê. Her tim ji bo me bûne pêşeng, me jî soza xwe li beramberî wan nû kiriye. Car din ez bejna xwe li ber şehîdên xeta Apogeriyê, ditewînim. Weke hevalan gotî, her gotina Serokatî ji bo me perspektîf û talimat e. Serok rûpelek ku tenê ji bo silav bide me, nivîsandibû. Yanî hezkirin, bêrîkirin û wate dayîna jin… Erkê herî mezin jî ev da pêşiya me, divê ji bo mijara rexne û rexnedayînê hevalên pêşengiyê bikin. Dema min şîroveyên Rêbertî yên li ser Gilgamêş û Enkîdu bihîstî, min got bajarbûyîn di mirovan de koletiyê dijwar dike. Eger em yekîtiyeke xurt çêbikin, bê guman em dikarin êrîşên jiderve têk bibin. Ez xwe amade dibînim ku paşerojê de çi erk û berpirsyarî hebe, ez ê bê fikar tevbigerim. Ji hemû hevalan re serketinê dixwazim."