Li Swîsreyê DYA hate protestokirin: PKK gel e!
Li bajarên Zurîh û Bernê yên Swîsreyê li pêşiya nûnertiyên DYA’yê biryara li dijî rêveberên PKK’ê hate protestokirin.
Li bajarên Zurîh û Bernê yên Swîsreyê li pêşiya nûnertiyên DYA’yê biryara li dijî rêveberên PKK’ê hate protestokirin.
Kurd û dostên wan li pêşiya Konsolosxaneya DYA’yê ya li Zurîhê hatin ba hev û biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan protesto kirin. Di çalakiyê de pankarta ‘PKK gel e, gel li vir e’ hate vekirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan hate hildan.
Piştî xwendina belavokan, çalakî bi sloganan bi dawî bû.
BERN
Li bajarê Bernê yê Swîsreyê jî li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê biryara DYA'yê ya li dijî 3 rêveberên PKK’ê û tecrîd hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de bi Elmanî belavok hate xwendin. Hevberdekê HDK-Ewrûpayê Demîr Çelîk di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li hemberî van polîtîkayên qirêj heta ku Rêbertiya wan azad bibe û Kurdistana Azad were avakirin, ew ê li qadan bin.
Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê jî çelengeke reş dan peywirdarên konsolosxaneyê.
Çalakiya bi kon a Tevgera Ciwanên Şoreşger a ku 3 roj in li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî didome jî, îro hate bidawîkirin.