Berê karwana koçberan li sînorê DYA'yê ye

Rêwîtiya karwana koçberan a ji Amerîka Navîn mehek li pey xwe hişt. Koçeran roja Sêşemê berê xwe dan bajarê Tîjûana yê li rojavayê Meksîkayê ku li ser sînorê DYA'yê ye.

Karwana koçberan ku nêzî 5 hezar kes tê de ne, roja 13'ê Mijdarê ji herêma San Pedro Sûla ya Hondûrasê bi rê ket. Şêniyên Hondûrasî ji gendelî û çîdeta çeteyên krîmînal direvin.

Hejmara koçberan di rêwîtiyê de zêde bû. Koçeran herî dawî şeva Duşemê li Gûadalajara ya li rojavayê Meksîkayê man. Koçber ji Hondûrasê heta vê herêmê zêdeyî 2 hezar kîlometre li pey xwe hiştin. Koçberan roja Sêşemê berê xwe dabûn eyaleta Sînaloa ya Meksîkayê ku li peravên Pasîfîk e.

Rayedarên eyaleta Jalîsoyê sibeha Sêşemê ji bo koçberan bigihînin sînorê eyaleta Nayarîtê bi dehan otobus amade kirin. Lê belê otobusan koçber li herêma El Arenalê danî ku bi 80 kîlometreyî dûrî eyaletê ye. Vê yekê rê li ber nerazîbûna koçberên ji Amerîka Navîn vekir. Koçberan bi rêya otostopê hewl da rêwîtiya xwe bidomînin.

Rêwîtiya du karwanên din ku li her yek ji wan nêzî 2 hezar kes tê de ne, dewam dike.

Wekî din, nêzî 3 hezar koçberan li Meksîkayê serlêdana penaberiyê kirin.

Hin komên biçûk ên bi karwana bingehîn re tevdigerin, gihîştin bajarê Tîjûana yê li rojavayê Meksîkayê ku bi bajarê San Dîego yê li eyaleta Kalîforniya ya DYA'yê ve girêdayî ye.

Rayedarên Amerîkî hin rêyên li ser sînor li wesayitan girtin û leşkeran jî bendên ji beton û têlan girtin.

Serokê DYA'yê Donald Trûmp ji bo van koçberan gotibû, 'endamên çeteyê' û îdîa kiribû ku karwana ji koçberan hewl didin dagirkeriyê bike.

Destpêka meha Mijdarê zêdeyî 7 hezar leşkerên Amerîkî ji bo pêşî li pêla koçberan bigirin li eyaletên li ser sînor ên DYA'yê hatin bicihkirin.