Li Girtîgeha Xarpêtê êşkenceya gardiyanan

Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2'emîn a Xarpêtê gotin, midûrê girtîgehê ketiye odeyan, gef li girtiyan xwariye û gardiyanên bi navê Cîhan û Fatîh wezîfedar kiriye ji bo êşkenceyê li wan bikin.

Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2'emîn a Xarpêrtê, dema ku malbatên wan hatin dîtina wan, qala êşkence û binpêkirina mafên mirovan kirin.

Girtiyan diyar kirin, hema bêjin her roj belasebep cezayê dîsîplînê li wan tê birîn û anîn ziman, midûrê girtîgehê ketiye odeyan û gef li girtiyan xwariye. Girtiyan ragihandin, midûrê girtîgehê yê bi navê Ercan kete odeya ku girtiyê bi navê Ahmet Okan lê girtiye û jê re gotiye, "Vê demê tu gelekî li pêş çavan e. Ji xwe tu yê bibîne bê wê çi bê serê te."

Girtiyan gotin, bi taybetî gardiyanên bi navê Cîhan û Fatîh ji bo êşkenceyê bikin hatine wezîfedarkirin û diyar kirin, tiştên li kantînê tên firotin jî bi buhayekî bi 2-3 qatî zêdetir tên firotin.

Girtiyan bang li parêzvanên mafên mirovan û raya giştî kirin ku hay ji rewşê hebin.