Doza Apê Mûsa: Gelo 'Yeşîl' tê parastin?

Rûniştina doza Apê Mûsa û doza sereke ya JÎTEM’ê pêk hat. Daxwaza Mahmût Yildirim bi navê kod 'Yeşîl' tê naskirin, di dorhêla parastina şahid de lêkolînkirina wî hat erêkirin.

Serokê Daîreya Îstîxbarata Serfermandariyê yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn weke şahidê doza cînayeta Musa Anter hate guhdarkirin got: “Ez dizanim ku Mahmut Yildirim ê bi nasnav Yeşîl dijî. Têkildarî pirsgirêkên tenduristiya wî agahî hatin.” Şahidê bûyerê Serdar Ekîngen jî got: “Roja cînayeta Musa Anter, Orhan Mîroglu bi israr got ‘ez ê wî bibim.' Nehişt em pê re biçin.”

Piştî doza cînayeta Musa Anter û doza JÎTEM’ê kirin yek danişîna 9’emîn dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat. Têkildarî kuştina Anter, endamê JÎTEM’ê Mahmut Yildirim ê bi nasnavê “Yeşîl” jî di nav de 4 bersûc ji dosyeya kirin yek û bû 16 bersûc bi beşdariya parêzerên bersûc û mudafî û Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç, nûnerên Navenda Hafizayê, nûnerê Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) Erol Onderoglu şopandin. Di danişînê de Serokê Daîreya Îstîxbarata Serfermandariyê yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn bi navê şahid îfade da.

Piştî tespîta nasnameyan agahî û belgeyên hatin dosyeyê hatin xwendin.

Destpêkê îfadeyên şahidê bûyerê Serdar Ekîngen ê bi rêya dîmen hat girtin. Ekîngen têkildarî qetilkirina Musa Anter wiha got: “Ez wê demê li Miduriyeta Çandê ya Şaredariya Amedê dixebitîm. Musa Anter hatibû Amedê. Ji bo çalakiyên çandê hatibû û du rojan min wî bir û anî. Dema hat qetilkirin di şaredariyê de dixebitîm. Musa Anter mêvana mihrîcana şaredariyê bû. Ji bo em bi wî ve eleqedar bibin ez û ajokar hatibûn peywîrdarkirin. Navê ajokar nayê bîra min.”

‘MÎROGLU BI ISRAR GOT EZ Ê WÎ BIBIM’

“Wê rojê em bi Musa Anter re hatibûn otele. Ji me re got ez ê biçin hevdîtinekê min bibin wir. Me jî wî bir. Piştî çû otelê Orhan Mîroglu hat û dest bi hevdîtinê kirin. Ji otelê dê biçûna cihekî hevdîtinê û xwest em wî bibin. Lê Orhan Mîroglu bi israr got ‘ez ê wî bibim, em ê pişt re biçin xwarinê.’ Heta min jî ji bo çûyînê israr kir. Got ku ew ê biçin Seyrantepeyê. Wek din hûrguliyek neda. Piştî bi me re axivî û şûn ve di nava çiqas demê de Orhan Mîroglu hat nayê bîra min. Anter û Mîroglu li lobiye axivîn û ew bi tenê bûn.”

‘JI BILÎ MÎROGLU KES NEHAT’

“Musa Anter ji me re got ‘hûn dikarin biçin.’ Ez û ajokar ji wir veqetiyan. Musa Anter bi gelek kesan re hevdîtin pêk dianî. Mêvanê wî dihatin otele. Wê şevê heta ez ji otelê veqetiyam jî ji bilî Mîroglu kes nehat cem Anter. Êvarê li malê min bûyerê bihîst. Pişt re demildest ez çûm nexweşxaneyê. Piştî bûyerê li Orhan Mîroglu jî dabûn. Musa Anter rakiribûn morga nexweşxaneya dewletê û Mîroglu jî rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.”

Li ser vê yekê parêzerê Mîroglu, Serhat Menîlcîoglu ket navberê û îfadeyên Ekîngen qebûl nekir û got “Suphan Mete li wir tune bû?”

Li ser vê yekê Ekîngen got: “Halekî ku ez ê derewan bikim tune ye. Çi qewimî ye min got. Ev cara ewil e îfade didim. Min çî dîtiye û çi di hişê min de maye min wan tiştan vegot. Nayê bîra min ku ziyaretvan hatibûn otelê gel wî. Zarokê digotin neviyê wî her tim li gel wî bû. Kesek pê re wek alîkar hatibû. Lê li lobiya otelê ew û Mîroglu tenê rûniştin.”

Parêzer Menzîlcîoglu got, “çima te îfade neda” li ser vê yekê Ekîngen jî got: “Parêzer beg bila ji hêzên ewlekariyê yên wê demê bibipirse.”

Pişt re parêzer Selîm Okçuoglu jî wiha pirsî: ‘Kî bi wî îfade daye jiberkirin.’ Menzîlcîgolu bi gotinên ‘PKK’ê îfade pê daye jiberkirin. Dibe ku dewleta kûr pê dabe jiberkirin’ û îdia kir ku îfadeyên Ekîngen rastiyê nadin nîşandan.

‘HEKE MIN CIHÊ WÎ DIZANIBÛYA MINÊ ÎXBAR BIKIRA’

Serokê Daîreya Îstîxbarata Serfermandariyê yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn jî îfade da û wiha got: “Mahmut Yildirim ê nasnavî ‘Yeşîl’ dijî. Agahî hatin ber destê min. Ez dizanim dijî lê nizanim li ku dijî. Min cihê wî dizanibûya min ê wî îxbar bikira. Agahiyên tenduristiya wî ne baş e jî hatin destê min. Li gorî agahiyên ber destê min bi nexweşîna penceşêrê ketiye. Nizanim li ku tedawiya xwe dike û bi kîjan nasnameyê dijî. Min heta îlona 2011’an di artêşê de peywîra xwe dikir. Ez di artêşê de 43 sal xebitîm. Van agahiyên ez hînbûm piştî ku teqewît bûm hatin destê min. Dema ez di têkoşîna li dijî terorê de dixebitîm mina nikaribû agahiyên derbarê wan de parve bikim. Ez nikarim wan agahiyan li vir parve bikim. Dibe ku rû û nasnameya wî jî guhertibin. Ez nizanim prosedura parastina şahidiyê li ser pêkanîn an na. Dibe ku nasnameya wî guhertibin.”

Rûniştin bi îfade dayîna Pekîn didome.