Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Altûn got, "Eger Kurd karibin yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin wê cihê xwe di nava hevsengiyên herêmî û navneteweyî de bigirin, lê eger vê nekin wê li Rojhilata Navîn bibin ên ber destê her kesî."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiya Lêlikanê ya li dijî artêşa Tirk eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 8 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.
Gerîlayên HPG’ê li Girê Lêlîkanê yê Başûrê Kurdistanê ketin nav çeperên leşkerên Tirk. Di şer de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin. Gerîla dîmenên çalakiyê bi kamerayan kişandin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku piştî demeke kurt ew ê qeyûman ji vê axê derxînin.
Kampanya 'Azadî ji Ocalan re' ku ji aliyê sendîkayên li Îngilîstanê ve tê meşandin dewam dike. Sendîkavanekî ciwan jî bi beza ji 16 kîlometreyî destek da kampanyayê.
Nobeda bê dem a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, dewam dike. Çalakgerên vê hefteyê endamên Komîteya Qada Civakî ya TJK-E ne.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di nava 24 seatan de bi kêmanî 29 çete hatine kuştin.
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî li civîna koma partiya xwe ya li meclîsê axivî û got, tifaqa bi AKP'ê re qediya ye.
Piştî radestkirina gundê Tilezêr, hêzên Heşdî Şebî gundê Şîxa Şêx Xidir jî radestî Meclîsa Xweser a Şengal û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kirin.
Waliyê Hewlêrê Newzat Hadî û birayê wî yê Berpirsê Asayîşa Hewlêrê ji ber firotina petrolê ya qaçax hatin destgîrkirin.
Li bajarokê Giyare yê Mûsilê ji ber teqîna wesayiteke bombebarkirî 4 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku eger rewşa li Yemenê bi vî rengî dewam bike, dibe ku mehên bê 14 milyon kesên li vî welatî birçî bimînin.