Temellî: Em ê qeyyûman ji ser vê axê derxînin!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku piştî demeke kurt ew ê qeyûman ji vê axê derxînin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), civîna koma xwe ya heftane li dar xist. Rêveberên Enstîtûya Kurd a Stenbolê ya bi KHK’ê hat girtin, dayika nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkina girtî Fatma Taşkin, rêveberiya Komeleya Ebaxê ya Wanê, rêveberên HDP’ê yên Edene û Enqereyê û rêveberên Komeleya Mirinên bi Guman ên Qişleyên Leşkerî beşdarî civîna vê hefteyê bûn.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di civînê de axivî û gengeşiya di navbera AKP û MHP’ê de wiha nirxand: “Bi hev ketine. Em ê van biavêjin ser sergoya faşîzmê. Di demek nêz de em ê van qeyûman biavêjin. Bi bazariyên ji gel qut, nikarin pirsgirêkên gel çareser bikin. Bêguman wê aştî û demokrasî li Tirkiyeyê pêş bikeve. HDP wê vê aştiyê li Tirkiyeyê pêş bixe.”

‘MUXTARÊN KURD, JI KAR AVÊTIN’

Temellî, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Bi hinceta ‘Têkiliya wan bi rêxistinên terorê heye” li Kurdistanê muxtar ji kar avêtin. Di hefteya çûyî de 259 muxtar ji kar avêtin. Gelo kîjan muxtar ji kar avêtin? Bêguman muxtarên Kurd ji kar avêtin. Muxtarên ji bo aştiyê li ber xwe didin, ji kar avêtin. Ev feraset cudakariyê dike û sûcê kîn û nefretê ye. Ev hewl didin mirovan bikin dijminên hev.”

Temellî, anî ziman ku ji miftiyên herêmê re dibêjin, herêmê vala nehêlin û wiha pê de çû: “Ma gelo li van deran miftî tune ne? Ma bila bi zimanê xwe îbadetê nekin? Ma nasnameya wan tuneye? Li dijî wan emê  tim bi zimanê xwe îbadetê bikin û emê tu carî dev ji vê înada xwe bernedin. Erdogan li Moldovayê got ‘Ez li dijî nîjadperestiya çandê me.’ Gelo tu dikarî vê li Amedê jî bêjî? Tenê dikare TOMA’yan bike xelat.”

DÎSA SONDXWARINÊ LI SER ZAROKAN FERZ DIKIN

Temellî, bertek nîşanî biryara Sonda Xwendekaran a Şureya Bilind jî da û wiha rêz kir: “Cardin Sonda Xwendekaran anîn pêşberî me. Jixwe kes vê napirse. Ji ber ku li Tirkiyeyê zarokên me niha sondê naxwînin, ma Tirkbûna wan kêm dibe? Êdî fêr bûne li ser neteweperestiyê siyasetê bikin. Li şûna ku xwendekar her serê sibê li dibistanan sondê bixwin, bila şîr vexwin. Ji ber ku li vî welatî xizantiya zarokan heye.”

‘JI BO DESTHILATDARIYA XWE ŞER TÎNIN ROJEVÊ’

Temellî, destnîşan kir ku Serokkomar niha derketiye, bûyera Cemal Kaşikçi vedibêje û wiha rêz kir: “Di 2’yê Cotmehê de hemû kesan dizanîbû. Ev rewşa we ya di dîplomasiyê de dide xuya kirin. Berî her tiştî divê hûn bersiva pirsa gelo çima Kaşikçî li Tirkiyeyê kuştin’ hûn bidin. Bersiva vê pirsê, bêguman di rojhilatê Firatê de veşartiye, di Efrîn û Idlibê de veşartiye. Ji bo ku temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin, şer ji rojevê dernaxin. Me bi hezaran zarokên xwe winda kir. Kesên behsa şer dikin, zarokên me jî digirin. Êdî dem hatiye hemû malbat û dayîk ji bo zarokên xwe yên winda kirin, bên gele hev. Ger em vê nekin em ê nekarin şer bi dawî bikin û em ê dîsan zarokên xwe winda bikin. Em ê nikaribin gorekê ji bo wan bikolin, em ê nikaribin biçin ser gorên wan û em ê nikaribin cenazeyên wan bibînin. Divê em li dijî desthilatdariyê têkoşîna xwe ya aştiyê bi rê ve bibin.

‘HETA KU TECRÎD LI SER OCALAN HEBE, LI VÎ WELATÎ AŞTÎ BI PÊŞ NAKEVE’

Temellî, behsa tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û wiha bilêv kir: “Heya tecrîta li ser Ocalan bi dawî nebe, li vî welatî ne pêkan e ku aştî pêk were. Me ev rastî dît. An hûn ê li ser maseyê rûnên, an jî hûn ê şer berdewam bikin. Divê hûn bi mûxataban re rûnên. Em amade ne bibin navbeynkar û piştgiriyê bidin. Werin em bi hev re vê tecrîtê bi dawî bikin.”

Temellî, daxuya xuyakirin ku îro wê budçeya sala 2019’an bînin Meclîsê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev budçeya xizantirkirinê ye. Îro pirsgirêka kedkaran di rojevê de ye. Ez ji vir, ji wan re vê bibêjim; Ne ji ber temen, ji ber qesrê, ev pirsgirêka we çareser nabe. Budçeya qesrê 3 kat zêde bûye. Ev têr nabin û têra wan nake. Ji derveyî qesrê nikarin li cihekî din razên. Weke tê zanîn berdêla jiyana qesrê pir giran e. Dema em li budçeya qesrê mêze dikin, em vê yekê baş dibînin. Em dibêjin ne ji bo qesrê ji bo kedkaran budçeyê diyar bikin.”