Gerîlayên HPG’ê li Lêlîkanê derbeyek giran li dagirkeran xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiya Lêlikanê ya li dijî artêşa Tirk eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 8 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiya 22’ê Cotmehê ya li dijî leşkerên Tirk a li Girê Lêlîkan yê Başûrê Kurdistanê eşkere kir. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de 8 leşker hatine kuştin.

Daxuyaniya di malpera HPG’ê de wiha ye;

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn û derbeyek giran li dagirkeran xist. Agahiyên berfireh yên têkilildarî çalakiyan wiha ne;

Roja 22’ê Cotmehê seat 15:00’an hêzên me li nêzî Girê Lêlikan yê Sîdekan a Başûrê Kurdistanê yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker kirin hedef. Hêzên me ji nêz ve li yekîneya dijmin xist, ketin çeperên dijmin û çûn ser gelek cenazeyê leşkeran. Di çalakiyê de serpelek jî di nav de bi giştî 8 leşker hatin kuştin û hêzên me çekek a BKC, çekek MPT-76, dedektora mayînan, dûrbîneke termal û dûrbîneke şevê desteser kirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkoptera taarrûz bi gelek helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.

LI ÇELÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Heman rojê hêzên me saet 14:00’an li dijî leşkerên li Girê Şehîd Bager yê nêzî Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi serketî li çeperên dijmin hate xistin û 4 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Li aliyê din balafira keşfê ya drone ya ku li derdora gir difiriya jî ji aliyê hêzên me ve hate xistin. Piştî vê çalakiyê saet 17:30’an jî li heman herêmê hêzên me li dijî leşkerên dagirker çalakiyek din sabotajê li dar xist. Di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zanîn.

LI ŞEMZÎNANÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Hêzên me roja 21’ê Cotmehê di saet 12.00’an de li Girê Şikêr yê girêdayî Qereqola Bezelê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî leşkerên ku derketin eraziyê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi giranî li yekîneya dijmin hate xistin û leşkerek hate kuştin.”