Bagera Cizîrê: Di 24 saetên dawî de 29 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di nava 24 seatan de bi kêmanî 29 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 seatan de bi kêmanî 29 çete hatine kuştin û li bajarokê El Sûsê şer giran e.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî belav kir:

ENIYA BAXOZ

Şeva din di navbera hêzên me û terorîstên DAÎŞ‘ê de şerekî dijwar qewimî û terorîstan hemû çekên giran bi kar di anîn û hewl dan xetên pêş ên şervanên me bişkînin. Her wiha agir bi erebeyan xistin da ku tevger û baregehên wan ji aliyê balafirên Koalîsyona Navdewletî ve neyên keşfkirin. Balafirên koalîsyonê gelek deverên wan kirin hedef, li cihekî gelek terorîst hatin kuştin û hin navendên fermandariyê hatin rûxandin.

Terorîstan hewl dan bi 4 wesayîtên bombebarkirî êrîşî nuqteyên şervanên me bikin, di heman demê de balafirên wan ên keşfê digeriyan, hêzên me ajokarekî wan kuşt, cenaze û wesayîta wî ketin destê şervanên me. Sê wesayîtên çeteyan bi topan ji aliyê şervanên me ve hatin îmhakirin. Li ser vê yekê çete neçar man paşve biçin. Hêzên me li vir gelek çek û alavên wan desteser kirin.

Hêzên Koalîsyona Navdewletî 4 baregehên terorîstan rûxandin û gelek terorîst kuştin, lê hejmara wan nehate zelalkirin.

Pêşveçûna hêzên me li herêmê didome.

Li aliyekî din girêdayî vê eniyê, terorîstan hewl dan êrîşekê li hemberî hêzên me pêk bînin, bûldozereke me kirin hedef, li ser vê yekê hêzên me bersiva êrîşan dan û gelek terorîst kuştin û gelek alavên wan ên leşkerî desteser kirin.

Hêzên me piştî ku zêdeyî nîvê bajarokê El-Sûsê girtin, pêşveçûnên xwe ber bi taxan ve didomînin.

Şervanên me ji 3 aliyan ve êrîş birin ser baregehên terorîstan, li aliyekî 1 kîlometre pêşve çûn û 14 nuqteyên nû ava kirin, balafirên Koalîsyona Navdewletî jî gelek baregehên wan kirin hedef. Derbarê windahiyên terorîstan de agahî nehatin zanîn.

Terorîstan, careke din avahiyek topbaran kirin a ku hêzên me rizgar kiribû, di dawiyê de avahî hilweşiya û gelek şervanên me birîndar bûn, birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Li aliyê duyemîn yê li heman eniyê hêzên me 2 km pêşde çûn û 19 nuqteyên nû ava kirin. Her wiha erebeyeke doçka ya 12.5 mm desteser kirin û gelek terorîst kuştin.

Li aliyê sêyemîn hêzên me 3.5 km pêşde çûn û 6 nuqte ava kirin.

Di saetên şevê de, di navbera hêzên me û terorîstan de şer rû da, terorîstan bê serûber hawan û obus avêtin. Hêzên me li vî aliyê kîlometreyekê bi pêş ve çûn û 17 nuqteyên nû ava kirin.

Şer heya niha dem dem rû dide.

Li bajarokê El-Sûsê bi şer di roja duyemîn de hemû giraniya xwe didome.

Di şer de yê ku heya niha didome, hêzên me pêşde diçin û derbeyên giran li terorîstan dan. Di vê çarçoveyê gundî Hawî El-Sûsê hate rizgarkirin, hêzên me piraniya taxên bajarokê girtin.

ENIYA HECÎN

Li vê eniyê di navbera hêzên me û terorîstên DAÎŞ‘ê de şer rû da, terorîstan ji dûr ve çekên giran, hawan û obus bi kar anîn. Êrîşan ti encam negirt û ziyan negihiştin hêzên me. Şervanên me piştî cihên êrîşê diyar kir û tevger kontrol kir bersiva jêdera êrîşê da. Têkildarî windahiyên rêxistina terorîst agahî nehatin bidestxistin.

Li vê eniyê ji herdu aliyan ve carcaran topên hawanê tên avêtin.

BÎLANÇO

-29 terorîst hatin kuştin.

-7 avahiyên terorîstan hatin rûxandin.

-2 BKC, 1 Kalaşnîkov, 1 RBG, 1 teleftona Hytra, erebeyeke bombebarkirî, erebeyeke doçka 12.0 mm hatin desteserkirin.

-Balafirên Koalîsyonê li 10 cihan dan, bi fûzeyên Hamirs jî li 6 deveran dan.