Nobedarên vê hefteyê endamên TJK-E'yê ne

Nobeda bê dem a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, dewam dike. Çalakgerên vê hefteyê endamên Komîteya Qada Civakî ya TJK-E ne.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan' re ku şeş sal û nîv e li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, dewam dike. Koma ji Marsîlyayê nobed dewrî endamên Komîteya Qada Civakî ya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) kir.

Endamên komîteyê jî daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ji bo azadiya Ocalan wê her li qadan bin.

CPT Û KONSEYA EWROPAYÊ BI ERK Û BERPIRSYARIYA XWE RANEBÛN

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) di mijara Ocalan de bi erk û berpirsyariya xwe ranebûn û hate gotin, "Ji ber tenduristiya Rêberê xwe em gelekî bi fikar in. Qedexekirina hevdîtina malbatê û parêzeran a pê re, ne tiştekî qebûlkirinê ye."

Di daxuyaniyê de bang li Konseya Ewropa û CPT hate kirin, ku tavilê bi berpirsyariya xwe rabin.

JI BO XWEDÎDERKETINÊ BANG HATE KIRIN

Endamên TJK-E'yê bang li jinên Kurd, şoreşger, demokrat û alîgirên mafên mirovan ên li Ewropayê kirin ku ji bo azadî û ewlekariya Ocalan xwedî li çalakiyan derkevin.

Çalakgerên jin wê heta roja Yekşemê ji bo azadiya Ocalan nobedê bigirin. TJK-E û pêkhateyên wê mehê herî kêm hefteyekê tevlî nobeda 'Azadî ji Ocalan re' dibin.