Altûn: Pirsgirêka bingehîn yekîtiya neteweyî ye

Altûn got, "Eger Kurd karibin yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin wê cihê xwe di nava hevsengiyên herêmî û navneteweyî de bigirin, lê eger vê nekin wê li Rojhilata Navîn bibin ên ber destê her kesî."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn bû mêvanê bernameya taybet a Medya Haberê û di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de krîza li Iraqê û Başûrê Kurdistanê, pirsgirêka yekîtiya neteweyî ya Kurdan û rêyên çareseriyê nirxand.

PIRSGIRÊKÊN LI IRAQÊ WÊ BIDOMIN

Altûn diyar kir, pirsgirêka Iraqê pirsgirêkeke giran a Rojhilata Navîn e û got, "Divê mirov ne li bendê bin ku aramî û çareserîdi demeke kin de li Iraqê peyda bibe. Ji ber armancên hêzên herêmî û navneteweyî yên li ser Rojhilata Navîn, pirsgirêka li Iraqê girantir dibe. Hilbijartina li Iraqê hate kirin, encamên wê, rewşa xumamî û avanebûna hikumetê bi vê rewşê ve girêdayî ne. Hikumet ava bibe jî pirsgirêk wê çareser nebe."

JI BO DYA Û ÎRANÊ BÛYE QADA TÊKOŞÎNÊ

Altûn got, Iraq ji aliyekî ve di bin bandora Îranê de ye, li aliyê din jî ji dema hilweşandina Saddam û vir ve ketiye bin bandora Amerîkayê û wiha dewam kir: "Amerîka dema stratejiya xwe ya li ser Rojhilata Navîn ava dike û polîtîkayên rojane li gorî vê stratejiyê diyar dike, hewl dide Rojhilata Navîn a li dijî Îranê biafirîne. Îran jî ji aliyekî ve dixwaze hegemonya xwe ya îdeolojîk û polîtîk biparêze, li aliyê din jî hewl dide vê hegemonyayê li Rojhilata Navîn belav bike. Veguheriye qada têkoşînê ya van her du hêzan. Ji ber rewşa xwe ya jeopolîtîk, cîraniya xwe ya li Îranê û hebûna gelek civatên etnîkî û olî, xwedî pozîsyoneke gelekî balkêş e. Lewma niha ne pêkan e ku çareseriyek ji vê meseleyê re bê dîtin.

PIRSGIRÊKA CIVAKÎ

Çareseriya esasî ya pirsgirêka Iraqê bi çareseriya krîza Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Heta ku Amerîka û Îran hevsengiyekê neafirînin, nepêkan e ku li Iraqê hikumeteke biçûk jî ava bibe. Hevsengiya wan bi giranî hevsengiyeke taktîkî ye, ne stratejîk e. Rewşa wan a stratejîk bi giranî şerê hegemonyayê yê li dijî hev e."

Riza Altûn işaret bi rewşa civakî ya Iraqê jî kir û got, "Ji aliyekî ve gelekî dewlemend e û xwedî rewşeke jeopolîtîk a gelekî stratejîk e. Lê li aliyê din, ji ber pirsgirêkên heyî her kes di nava xizaniyê de ne û rewşeke cvakî ya ku her kes bûye dijminê hev derketiye holê. Ev rewşa civakî pirsgirêkeke gelekî giran e. Pirsgirêkên Kurd, Sûnî, Şîa, Asûriyan hene."

KRÎZA HIKUMETA BAŞÛR JI YA HIKUMETA NAVENDÎ GIRANTIR E

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Altûn di vê çarçoveyê de rewşa Başûrê Kurdistanê nirxand û ev tespît kir: "Li herêma Kurdan gel perîşan e. Car carna gel li ber rejîma heyî radibe. Krîzên aborî û polîtîk hene. Mesele ne tenê Iraq e. Krîza hikumeta herêmî ya li Başûr ji krîza hikumeta navendî girantir e. Krîza xwe ya aborî ji ya hikumeta navendî gelekî girantir e. Civak gelekî xizan bûye. Maeş, mehane nayên dayin; elektrîk, av nîne. Ji bilî bikaranîna ji aliyê hêzên derve ve, nikarin temsîliyeteke siyasî bikin. Lewma nikarin bibin bandor. Ev yek jî rê li ber nerazîbûna gel vedike. Rewşa bi heman rengî li aliyên din ên Iraqê jî heye." Altûn destnîşan kir ku gel hewl dide xwe ji vê xizaniyê rizgar bike û di nava hewldanan de ye.

TIRKIYE BÛYE TEYRÊ LI SER BERATA

Altûn işaret bi nêzîkatiya Tirkiyeyê jî kir û got, Tirkiye dixwaze ji nakokiyên heyî yên li Iraqê sûdê werbigire û hebûna xwe ya li wir rewa bike. Altûn diyar kir, Tirkiyeyê berê giranî dida ser nêzîkatiya leşkerî, lê niha dixwaze bi giranî ji aliyê siyasî ve dest li Iraqê werde.

Altûn wiha pê daket: "Tirkiye niha xwe dide aliyê Bexdayê. Herî dawî dema ku hat Bexdayê, nehat Başûrê Kurdistanê, Kurd jî esas negirt. Halbûkî heta niha di ser Hewlêrê re hewl dida Iraqê terbiye bike û zextê lê bike. Lê niha di ser Iraqê re hewl dide siyaseteke înkarê bike. Pozîsyona Tirkiyeyê ne dikare di vê destwerdanê de bi ser bikeve, ne jî li Iraqê bibe xwedî rol. Mîna teyrê li ser berata xwe ji tiştan xwedî dike, ji derfetên rojane sûdê werdigire û hewl dide bi vî rengî siyasetê bike."

MESAJA TIRKIYEYÊ YA DIJMINATIYA LI KURDAN ZELAL E

Altûn da xuyakirin ku mesaja Tirkiyeyê-Erdogan a dijminatiya li Kurdan gelekî zelal e, lê belê Kurdên li Başûr bi taybetî PDK di vê mijarê de ne dersê ji dîrokê derdixîne, ne jî fêhm dikin bê avabûna netewe dewleta Tirk ji bo Kurdan tê çi wateyê.

Altûn li ser nêzîkatiya Tirkiyeyê û destwerdana li Başûrê Kurdistanê işaret bi van her sê mesajan kir:

* Yek, helwesta Tirkiyeyê ya li dijî referandûmê gelekî zelal e. Ji mesajê wêdetir, destwerdanee pratîkî bû.

* Du, di destwerdana Iraqê ya li dewleta federe de refên xwe diyar kir. Ev jî mesajeke gelekî zelal e.

* Sê, Birêxistinkirin û biçekkirina Tirkên li Kerkûkê, daxwaza mafan ji bo Tirkên li Kerkûkê ye. Di bingeha vê siyaseta Tirkiyeyê de înkarkirina Kurdan heye.

Altûn got, "Vê mesajê didin Kurdan; 'Ez Bexdayê esas digirim, netewe dewletê esas digirim. Yanî ez ê timî pêşî li mafên ku didin de bigirim. Ez ê timî destekê bidim hêzên bi ser te ve bê.' Siyaseteke wiha dike. Eger hîn jî wê hêzên Başûr Tirkiyeyê weke hevalbendekî xwe yê stratejîk bibînin, wê çaxê serketin û têkçûna wan jî bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Eger Tirkiye li Iraqê bi ser bikeve, wê zerareke mezin bibînin. Ev yek zelal e."

NE JI DESTWERDANA ME BÛYA, DEWLETA FEDERE YA BAŞÛR NEDIMA

Altûn bal kişand ser siyaseta şaş a hêzên başûr û got, "Di krîza Rojhilata Navîn de, di siyasetê de şaşitiyên mezin kirin. Di nava krîza giran a Rojhilata Navîn de Başûrê Kurdistanê dikarîbû biba herêmeke xurt a aramî û azadiyê. Pozîsyona Kurdên li çar parçeyan, pozîsyona Kurdên ku ji bo azadiyê têdikoşin gelekî girîng bû. Eger karîbûna yekîtiyeke siyasî ya ku Kurdan li hev digirin bikira, wê hêzeke mezin derketibûya holê. Ev hêz jî ji bo sîstema federe ya li Başûrê Kurdistanê wê bibûya hêzeke mezin a siyasetê. Kurd hemû wê li pişt vê bisekiniya."

Altûn vekirina konsolosxane û nûnertiyan ên hêzên navneteweyî, her wiha razemeniya sermayeya navneteweyî li Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û got, "Vê yekê potansiyeleke mezin derdixist holê. Lê belê ne firsenda siyasî ya krîza Rojhilata Navîn hate bikaranîn û ev rewş hate meşrûkirin, ne jî hebûna hêzên navneteweyî baş hate bikaranîn. Çi bû? Şerê desthilatdariyê bû sedema krîzê. Li nava gel jî rê li ber têkçûna aboriyê vekir. Gihîşt radeyeke welê ku kêm mabû DAÎŞ'ê ew der ji holê rakira. Bi zorê hate rizgarkirin. Eger ne ji destwerdana me bûya, dewleteke federe li Başûrê Kurdistanê nedima. Wê DAÎŞ ew der ji holê rakiribûya. Bi pêşengiya me û bi xwedîderketina gelê Kurd a li ser vê bingehê, pêşî li DAÎŞ'ê hate girtin."

DIKIN NAKIN NABIN DEWLETEKE FEDERE

Riza Altûn diyar kir ku zîhniyet hîn nehatiye guhertin, lewma timî gavên şaş tên avêtin û ev yek jî dibe sedem ku pirsgirêk girantir bibin. Altûn işaret bi şerê hegemonyayê yê navbera hêzên li Başûr kir û got, "Dikin nakin nabin dewleteke federe. PDK, YNK û partiyên din ên siyasî bûne xwedî hêz, lê belê vê hêza xwe nakin nek û nikarin xwe bikin dewleteke federe."

Altûn got, "Her kes ji bo xatirê desthilatdariya xwe neçareseriyê girantir dike. Qadên ranta aborî ji bo her kesî bûye cihekî neçareseriyê. Rewşa li Başûr ev e. Û ev pirsgirêk piştî referandûmê girantir bû."

YA ESASÎ, YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn li ser vê bingehê bal kişand ser mijara yekîtiya neteweyî ya Kurdan û destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan sedema hebûnê ye.

Altûn bi bîr xist, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji berê ve li ser avakirina yekîtiya neteweyî radiweste, lê belê ji bilî PKK'ê kes xwe nade ber vê mijara girîng.

Altûn wiha bi mijarê daket "Pirsgirêka li Başûr çima çareser nabe? Çima çareser bibe? Ji bo çareseriya pirsgirêka li Başûr kes hewl nade. Hewldan ji bo wê yekê ye ku pirsgirêka li Başûr timî giran bibe. Çi bi zanebûn çi jî bi nezanî, di oxira hebûneke biçûk a rêxistinî û derfetên biçûk de temamiya welêt tê fedakirin. Dema ku em dibêjin, 'em dest ji van berjewendiyên xwe yênr ojane berdin û li ser bingeha yekîtiya Kurdan siyaseteke hevpar bikin', kes xwe nade ber vê. Pirsgirêk jî ji vir derdikeve. Pirsgirêka bingehîn a Kurdan pirsgirêka neteweyî ye. Heta ku Kurd di nava xwe de yekîtiya neteweyî neafirînin, nepêkane ku azadiya Kurdan li parçeyekî ewle bibe. Başûr jî yek ji van e. Ya esasî yekîtiya neteweyî ye. Eger tu karibe yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne, bi hêza neteweyî ya ji vê yekê derkeve holê li nava hevsengiyên navneteweyî û herêmî tu dikare hebe. Lê eger tu vê neke tu yê li ber destê her kesî bibe pêlîstokek. Divê Kurd li Rojhilata Navîn nebin ên ber destê kesî."