NY: Dibe ku 14 milyon kes li Yemenê birçî bimînin

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku eger rewşa li Yemenê bi vî rengî dewam bike, dibe ku mehên bê 14 milyon kesên li vî welatî birçî bimînin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji Karên Însanî Berpirsyar Mark Lowcock roja 18'ê Cotmehê notek pêşkêşî 15 endamên Konseya Ewlekariyê ya NY'ê kir û li ser krîza însanî ya li Yemenê hişyarî da.

Lowcock got, "Rewşa însanî ya li Yemenê rewşa herî xerab a li cîhanê ye. 75 ji sedî yê nifûsa wê, yanî 22 milyon kes hewcedarê alîkarî û parastinê ne. 8.4 milyon ji van birçî ne û pêwîstiya xwe bi alîkariya lezgîn a xwarinê heye."

Lowcock hişyarî da ku dibe ku 5.6 milyon kesên din li vê hejmarê zêde bibe û 14 milyon mirov birçî bimînin.

Bernameya Xurekê ya Cîhanê (PAM) roja 16'ê Cotmehê daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku nêzî 12 milyon mirov dibe ku mehên bê birçî bimînin.

Lowcock got, "Krîza xwarin û xwedîkirinê ya li Yemenê yekser pêwendiya xwe bi şer heye."

Li Yemenê ji sala 2015'an û vir ve şerekî giran diqewime. Hûsiyên Şîa ku pişta xwe dispêrin Îranê, paytext Sana û bajarê peravê Hûedeyde kontrol dikin. Koalîsyona Ereb jî destekê dide hêzên hikumetê yên xwe li Adenê girtine. Li gorî Neteweyên Yekbûyî di şerê sê salan de zêdeyî 10 hezar kes mirine û krîza herî giran a însanî ya li gelemperiya cîhanê rû daye. Her wiha nexweşiyên şewbê gefê li şêniyên herêmê dixwin.