Firotina petrola qaçax: Waliyê Hewlêr û birayê wî hatin destgîrkirin

Waliyê Hewlêrê Newzat Hadî û birayê wî yê Berpirsê Asayîşa Hewlêrê ji ber firotina petrolê ya qaçax hatin destgîrkirin.

Diyar bû destgîrkirina Waliyê Hewlêrê û birayê wî dewama operasyonên rojên derbasbûyî ye ku bi heman hincetê 40 kes hatibûn destgîrkirin.

Xizmên birayên Hadî diyar kirin ku firotina petrola qaxaç a li Başûrê Kurdistanê ji ber nakokiya di navbera Serokê Konseya Ewlehiyê û heman demê kurê Mesûd Barzanî Masûr Barzanî û Serokwezîrê berê yê Hikûmeta Herêmê Nêçirvan Barzanî de çêbûye.

Beriya niha jî gelek caran li nêzî Hewlêrê ji boruyên petrolê firotina petrola qaçax dihate kirin û ev rewş bi salan e wisa didomiya.