Gundê Sîba Şêx Xidir jî radestî Şengaliyan hate kirin

Piştî radestkirina gundê Tilezêr, hêzên Heşdî Şebî gundê Şîxa Şêx Xidir jî radestî Meclîsa Xweser a Şengal û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kirin.

Hêzên Heşdî Şebî 16’ê Cotmehê gundê Tilezêr ê Şengalê radestî Meclîsa Xweser a Şengal û Asayîşa Êzîdxaneyê kiribûn, îro bi daxuyaniyeke fermî gundê Şîxa Şêx Xidir ê Şengalê jî radestî Meclîsa Xweser a Şengal û YBŞ’ê hate kirin.

Gundê Sîba Şêx Xidir Gulana 2017’an ji aliyê hêzên Heşdî Şebî ve ji çeteyên DAÎŞ’ê hatibû rizgarkirin. Bi daxuyaniyeke fermî gundê Sîba Şêx Xidir radestî Meclîsa Xweser a Şengal û YBŞ’ê hate kirin.

Fermandarê Heşdî Şebî Ebû Ebid di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha got; “Em radestkirina gundê Sîba Şêx Xidir li tevayî civaka Êzidxanê pîroz dikin. Em îro keyfxweşin ku gelê Êzidî li ser xak, gund û navçeyên xwe ne, em hêvî dikin ku gelê Êzidî yê koçber bûyî vegere ser xaka xwe. YBŞ ev 4 sale ji bo dawî anîna çeteyan şer dike em ê tu caran keda şehîdên YBŞ’ê ji bîr nekin.”

Li ser navê fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê jî Arîf Şengalî axivî û got; “Em radest kirina gundê Sîba Şêx Xidir li tevahiya Êzidiyan pîroz dikin û spasiya hêzên Heşdî Şebî dikin. Em ê bi hemû hêza xwe parastina gund û navçeyên radestî me hatine kirin bikin.”

Li ser navê xelkê gundê Sîba Şêx Xidir Qenndîl Şêngalî jî axivî û bang li welatiyên koçber bûyîn kir ku vegerin li ser xaka xwe. Şengalî wiha got; “Em spasiya hemû hêzên şer kirine dikin, em ê tu caran şehîdên ku li ser vê xaka pîroz şehîd bûyîn ji bîr nekin. Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku ji bo vegera welatiyên Şengalê bikevin nava tevgeran.”