Tifaqa AKP-MHP'ê xira bû!

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî li civîna koma partiya xwe ya li meclîsê axivî û got, tifaqa bi AKP'ê re qediya ye.

Serokê Giştî yê partiya nîjatperest Devlet Bahçelî got, beriya hilbijartinên xwecihî ti lêgerîna wan a ji bo tifaqê nemaye.

Bahçelî got, "Em MHP hazir in ku navika xwe bi destê xwe bibirin."

Bahçelî li ser sedema xirabûna tifaqê bi rengekî sergirtî axivî û got, "Ti tifaq bi redkirina aliyekî, bi tinehesibandina aliyekî li ser piyan namîne. Ti tifaq bi ferzkirina aliyekî, bi tiliya xwe lê hejandinê li ser piyan namîne. Ti tifaq bi îxbarên şikest, dişike, bi parastina şertan nadome. Di nava AKP'ê de yên ku dixwazin dênamêtê bixin bin tifaqê dikarin ji kêfan xwe toplanî hev bikin. Dema wê hatiye ku em li zemîna yasayî bigerin."

Bahçelî her wiha got, ji bo hilbijartinên xwecih ew nema li tifaqê digerin.