Ji bo Ocalan beziya

Kampanya 'Azadî ji Ocalan re' ku ji aliyê sendîkayên li Îngilîstanê ve tê meşandin dewam dike. Sendîkavanekî ciwan jî bi beza ji 16 kîlometreyî destek da kampanyayê.

Maratona ji 16 kîlometreyî li bajarê Portsmoûth ê Îngilîstanê pêk hat. Ciwanê bi navê Ben Norman tîşortê bi nivîsa 'Azadî ji Ocalan re' tevlî maratonê bû û beza xwe di nava saetek û 49 deqeyî de qedand.

Norman piştî maratonê axivî û got, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gelekî girîng e.

Ben Norman diyar kir, Ocalan afirînerê Şoreşa Rojava ye û got, bêyî Ocalan sîstemeke demokratîk û wekhev li Rojhilata Navîn ava nabe. Norman bang li tevgerên siyasî û rêxistinên pêşverû yên Brîtanyayî kir ji bo li dora kampanya 'Azadî ji Ocalan re' bicivin.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal jî ragihand, kampanya 'Azadî ji Ocalan re' berfireh dibe û wê bi rêya çalakiyên nû kampanyayê bixin rojeva Brîtanyayê.