Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ji civaka navdewletî daxwaz kir ku derbarê bikaranîna çekên qedexekirî ya li dijî sivîlên Efrînê lêpirsînê bidin destpêkirin û erka xwe ya mirovahî ya di derbarê Efrînê de pêk bîne.
Daxuyanî li ber navenda MSD’ê ya taxa Mehetê yaya Qamişlo ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a MSD’ê Hikimet Hebîb ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Êrîşa hovane ku hikûmeta AKP’ê li dijî herêma Efrînê ya Sûriyê da destpêkirin, ket roja xwe ya 20’an. Êrîş rastî berxwedaneke bê hempa ya gelê herêmê hat. Gelê Efrînê tevlî embargoya li ser herêmê berxwedanek bê hempa ku di dîrokî de wekî wê nehatiye pêknehatî, destnîşan kir. Em berxwedana gelê xwe ya Efrînê û piştgiriya gelê Bakurê Sûriyê silav dikin. Ev nîşana wê yekêye ku gelê herêmê ti carî dagirkeriya dewleta Tirk ku bi armanca vegerandina serdema Osmaniyan li ser herêmê qebûl nakin.
‘BIKARANÎNA ÇEKAN A LI HEMBER SIVÎLAN JI LEWAZIYA WAN TÊ’
Di heman demê de em bejna xwe li ber şehîdên bi rûmet ditewînin, her wiha em ji birîndarên xwe re jî şifaya lezîgn dixwazin. Efrîn û şêniyên wê dersên niştmanperweriyê dan dijimên Tirk û teroristên wê. Em dibêjin ku êrîşa dewleta Tirk û teroristên wê ya li ser Efrînê di çarçoveya binpêkirina rêveberiya dewletekî, xaknîgariya wê ye. Bikaranîna çekan a li dijî sivîlên bê guneh nîşaneya lawazî û têkçûna wan nîşan dide.
‘CIVAKA NAVNETEWEYÎ LI HEMBER KOMKÛJIYAN BÊDENG E’
Di encamê de bi sedan welatiyên sivîl li bajar û gundên wê bûn qurbanî, heta niha navê 148 şehîdên sivîl ji wan 22 zarok in jiyana xwe ji dest dane, her wiha 258 sivîl birîndar bûn, di nava birîndaran de jî 32 zarok hene. Di heman demê de binesaziyê hatin hilweşandin. Her wiha cihê dîrokî, dêr, mizgeft û cihên îbadetê jî hatin rakirin. Bi van kiryarên xwe hemû nirxên mirovahiyê derbas kirin. Li ber hemû cîhanê ev kiryaêrn xwe pêk anî û nûnertiya zihniyeta DAIŞ’ê kir. Dema ku Efrîn cihê bi ewle û bi sedhezaran welatiyên koçber ên ji ber alavên kuştinê bi cih kiribû, bi xazên kilor û çekên naPlam hate topbarankirin. Li hember sivîlan komkûjî pêk anîn, civaka navdewletî jî beranberî vê yekê hîn bê denge.
‘MIROVAHÎ Û CIVAKA NAVNETEWEYÎ DENYDARÊ ŞERVANÊN AZADIYÊ NE’
Em dibêjin mirovahî û hemû civaka navdewletî deyndarên hêzên me yên DAIŞ’ê têk biriye û hîn jî tekoşîna xwe li Dêra Zorê li diijî wan didomîne.
‘JI BO TÊKÇÛNA XWE VEŞÊRIN XWE AVÊTIN BEXTÊ DEREWAN’
Hikûmeta AKP’ê texmîn dikir ku wê di nava sê rojan de Efrînê bixe desêt xwe, paşê wê serkeftina xwe li wir ragihîne û Efrînê bixe pîlana xwe ya herêma bi ewle. Pîlana ku dewletên Ewropa jî bi îdîaya ku wê sê milyon koçber lê bi cih bike iqne dikir. Tevî ku tê zanîn ku vê êrîşê bi qasî nêzî milyon û nîvek kes rastî tevgera koçberiyê hatin. Piştî ku di pêngava xwe de têk çû dest bi belavkirina îdîayên ne rast û derewan kir, da ku raya giştî û Tirkiyê bixapîne. Careke din îdîa dikir ku YPG’ê bajarên di hindirê Tirkiyê de topbaran dikir. Carna jî îdîaya dikir ku yekîneyên me xazên qedexekirî bikar anîne. Ev hemû ji bo têkçûnên xwe û xisarên xwe veşêre.
Ji ber vê yekê em MSD’ê êrîşa hovane ya li ser xaka Sûriyê bi tundî şermezar dikin. Her wiha em bê dengiya civaka navdewetlî û hêzên ku tevlî êrîşêa hovane bûne şermezar dikin, wan bi bê dengiya xwe rê dan dewleta Tirk ku êrîşê pêk bînin.
Li ser vî bingehî;
Em ji Konseya Ewlekariyê, NY û Yekîtiya Ewropa û Rûsiya dixwazin ku zextê li hikûmeta Erdogan bikin da ku êrîşên xwe yên hovane û komkujiyên xwe yên derheqê sivîlên Efrînê rawestîne. Ji Tirkiyê bixwazin ku hêzên xwe ji tevahî xaka Sûriyê ku Ezaz, Îdlîb, Cerblus, Bab û Ezazê jî di nav de derkeve.
Êrîşa dewelta Tirk a li ser Efrînê wekî binpêkirina qanûna navdewletî were destgirtin û wekî binpêkirina serweriya sînorê Sûriyê were destnîşankirin. Divê hikûmeta Tirk li ser vê yekê were darezandin.
Em ji rêxistinên navdewletî yên parstina şûnwar û tiştên dîrokî dixwazin ku sûcên dewleta Tirk ku dîroka tevahî mirovahiyê hedef digre, eşkere bikin.
Em daxwaz dikin ku komîteyek ya şopandina rastiyan û lêpirîsna navdewletî ya derheqê bikaranîna çekên qedexekirî ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li dijî sivîlan hate bikaranîn dozê vebikin.
Dewleta Tirk neçar were kirin ku berdêla tiştên hatiye wêrankirin ji bo ji nû ve avakirinê bide.
Em sipasdariyên xwe pêşkêşî hemû gel, hikûmet û kesayetên piştgiriya gelê Efrînê kiriye dikin. Em ê bi hemû hêzên demokratîk re karbikin da ku em pêşeroja Sûriyê saz bikin ku bibe dewleteke fedralî ya demokratîk. Em careke din tekez dikin ku em ê bi yekîtiya Sûriyê û serxwebûna wê re tekoşînê bikin. Em ê dest ji bostek xaka Sûriyê ji ti dewletan re bernedin.