KJK: Dema geşkirina berxwedanê ye

Koordînasyona KJK’ê berxwedana Efrînê ya ku ketî roja 20’an slav kir. KJK’ê got, "Niha dema wê ye ku li dijî qirkirin û komployan serdema me were azadkirin û berxwedan were geşkirin."

Koordînasyona KJK’ê berxwedaniya Efrînê di serdema gelan û modernîteya demokratîk a jinan de geş dike, li dijî dewletên faşîst û mêtinger rêça têkoşînê geş dike slav kir û got, ‘’Em li ber bîranîna şehîdên xwe yên mezin bi hurmet bejna xwe ditewînin.’’

KJK’ê şervanên YPG, YPJ, QSD’ê ku ev 20 roj in bi dilekî mezin li dijî dagirkeriya faşîst a mêtinger a Tirk bi rengekî bêhempa li ber xwe didin slav kir û got: "Her wiha Ev meşa gelê Efrînê ya di bin êrîşên balafir, hewan û obûsan de, ku qaqibo li dijmin dike, raperîna wê, her wiha meşa dîrokî gelên me yên Federasyona Bakurê Sûriyê ya bi zar û zêçan, ciwanan ber bi Efrînê ve meşiyan slav dikin."

GIYANÊ LEHENGIYÊ YÊ KU JI CIZÎRÊ HERIKÎ EFRÎNÊ

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Berxwedaniya bêhempa a gelê Efrînê, ya gel û jinên Federasyona Bakurê Sûriyê ya Demokratîk, vê sedsalê bi rengekî dî dixemilîne’ û wiha dom kir: "Ev berxwedaniya ku vê dîrokê li ser navê jin û gelan dide nivîsandin, giyanê berxwedêr ê xwerêveberiya Cizîr, Sûr, Nisêbîn û bi giştî xwerêveberiya Bakur mîrat standiye. Ji berxwedaniya birûmet a Cizîrê ku di salvegera şehîdbûnê de em bi bîr tînin, ji rêberên gel Mehmet Tûnc û Asya Yukselan ku çok nedanîn mîrat wergirtine. Îro ya ku li Efrînê li ber xwe dide, giyanê berxwedan û lehengiyê yê Cizîrê ye ku şewitandi qebûl kirin lê radestî qebûl nekirin. Giyanê lehengiyê ye ku ji Çiyayan herikî Rojava, Kobanê, Sûr, Cizîr û Efrînê. Di şexsê Ş. Mehmet Tûnc û Ş. Asya Yuksel de hemû şehîdên xwerêveberiyê yên Bakur bi minet em bi bîr tînin, em soz didin ku ji bo bîranîna berxwedaniya mezin qirkirinê bişkînin û Kurdistana azad ava bikin."

HER GAV Û HER DER BERXWEDAN

KJK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Polîtîkayên kapîtalîst- emperyalîst ku sedsala 20’an di nav xwînê de hiştin herî pir jî xedariya xwe li Kurdistanê nîşan dan. Û nav li vê qirkirinê jî nekirine. Rêber Apo li dijî vê qirkirinê bûye têkoşîna bêhempa û her wiha bû azadkirin, demokratîkirina dema ku em lê dijîn. Gelê Kurd ê ku di wê rêyê de ku Rêber Apo vekirî, bi biryardarî meşiya û li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava xeta lehengiya gel diyar kir.

Rastiya gel a ku ji Mehmet, Asyayan herikî Rojava li dijî qirkirina serdemê berxwedaniya serdemê nîşan dide û azadî, demokrasiyê ava dike. Li dijî qirkirina herî hov bi wêrekî û hişekî mezin serî radike. Û ev dîrok, bi berxwedaniya birûmeta a jinên Kurd, gelê Kurd û gelên birûmet, bi têkoşîna meizn tê nivîsin. Yekîtiya Neteweya Demokratîk, Yekîtiya Demokratîk a Gelan û Yekîtiya Azadiya Jinan li dijî vê qirkirinê tê avakirin. Ev her wiha têkoşîna li dijî komploya navdewletî ya li dijî Rêber Apo ye, çalakiya pûçkirina komployê ye.

Sedsala 21'ê sedsala azadiya jin û gelan e. Sedsala têkbirina qirkirin û komployan e. Mehmet Tûnç û Asya Yukselan, berxwedana îro ya gelê me yê li Rojava û Efrînê, berxwedana mîna cejnê ya gelê Kurd, gelên ji nasnameyên cuda û jinan a li dora berxwedana Efrînê mizgîniya vê yekê ye. Lehengiya fedayî ya Mehmetan, Asyayan, Avestayan, Barînan, mizgîniya vê ye. Em careke din bang li welatparêzên xwe dikin, bang li hemû jinan, şoreşger û demokratan dikin ku ji bo mezinkirin û serxistina berxwedana Efrînê ku serdema me azad û demokratîk dike, em têkoşînê geş bikin. Li dijî bomberdûmana hêzên faşîst û qirker, em her kêliyê bikin kêliya berxwedanê, her cihî bikin cihê berxwedanê, hesab bipirsin û her cihî bikin cih û dema azadiyê. Mîna ku Mehmet Tûnç û Asya Yukselan ji me re gotin; Li dijî dijminê ku dixwaze serî li me bide tewandin, dem dema berxwedan û serketinê ye! Li dijî qirkirin û komployan, dem dema berxwedana ji bo azadkirina serdemê ye!"