Di medya cîhanê de nûçeyên li ser Efrînê
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê cihekî berfireh di medya cîhanê de digirin. Armanca Tirkiyeye, helwesta DYA û berpirsyariyên dewletên din tên nirxandin.
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê cihekî berfireh di medya cîhanê de digirin. Armanca Tirkiyeye, helwesta DYA û berpirsyariyên dewletên din tên nirxandin.
Di rojnameya Le Monde de şîrovek bi sernavê "Êrîşa Tirkan a li Efrînê bi pêş ve naçe" hate weşandin û hat ragihandin ku li gel hemû hewldanan jî Tirkiye ji aliyê leşkerî ve hê nikare bi pêş ve biçe. Di şîrove nûçeyê de hat ragihandin ku artêşa Tirk û 'hêzên dijberê Esad (OSO)' li Efrînê gelekî kêm bi pêş ve çûne û hat destnîşankirin ku van çeteyan êşkenceya hovane li şervana Kurd Barîn Kobanê kirin.
Rojnameyê diyar kir, êrîşa ku ev sê hefte ne didome, di atmosfereke 'şerê qirêj' de ye û da zanîn ku dewleta Tirk nikare bi pêş ve biçe û ji bo vê rewşê jî gotina 'di nava xîzê de çikiya ye' nivîsand. Le Monde di nûçeya xwe de destnîşan kir ku Tirkiye û 10 hezar endamên OSO yên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê li ser sînor tenê karîne xwe bigihînin çend nuqteyan.
REÛTERSÊ BAL KIŞAND SER BOMBEYÊN LI DIBISTAN Û PARZÛNGEHA AVÊ HATIN BARANDIN
Ajansa Reûtersê daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji aboneyên xwe re ragihand ku di vê daxuyaniyê de QSD'ê diyar kir, artêşa Tirk bombe li dibistana gundê Meydankê û parzûngeha avê ya ku ava paqij dide gelemperiya Efrînê barandiye.
Reûtersê daxuyaniya Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd a li ser vê êrîşê parve kir û ragihand ku piştî bomberdûmanê teknîsiyen hewl didin parzûngehê tamîr bikin. Di nûçeyê de işaret li daxuyaniya Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hat kirin ku dibêje, bi rêya vê parzûngehê ava vexwarinê digihêje bi sed hezaran mirovên li Efrînê.
AP'Ê LI SER SERDANA GENERALÊ AMERÎKÎ YA LI MINBICÊ NIVÎSAND
Ajansa Assocîated Press (AP), serdana fermandarê payebilind ê DYA yê têkoşîna dijî DAÎŞ'ê Korgeneral Paûl Fûnk a li Minbicê derxist pêş. Ajansê diyar kir ku Korgeneral Fûnk destnîşan kiriye ku hebûna leşkerên Amerîkî ya ku Tirkiye li dij derdikeve wê bidome.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku General Fûnk ji bo destekê bide hevalbendên xwe yên Kurd û tansiyona piştî êrîşên Tirkiyeyê yên ji bo dagirkirina Efrînê bilind bû kêm bike, çûye bajêr. Di heman nûçeyê de hat ragihandin ku Fûnk pesnê têkoşîna QSD'ê daye û gotiye, "Ji destê kesî nedihat, lê wan Reqa rizgar kirin. Bi dîtina min, ev yek tê wê wateyê ku wan kursiyek li dora maseyê bi dest xistine."
NYT JÎ CIH DA PEYAMÊN GENERALÊN DYA'YÎ
Rojnameya New York Tîmesê (NYT) jî di nûçeyeke xwe de bal kişand ser aloziya navbera Amerîka û Tirkiyeyê ya li ser Minbicê û gotinên Korgeneralê DYA'yî Paûl Fûnk û generalê j operasyonên taybet berpirsyar Jamîe Jarrard ên serdana Minbicê kirin, par ve kir. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Paûl Fûnk gotiye, "Eger êrîşî me bikin em ê jî bi rengekî tund bersivê bidin. Em ê xwe biparêzin."
Di nûçeyê de cih ji axaftina Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Dervîş re jî hate veqetandin ku Dervîş got, "Di demekê de ku em li dijî dijminê cîhanê DAÎŞ'ê şer dikin, êrîşa Tirkan a li ser Efrînê dûrî ji aqil e." Li gorî nûçeyê, Dervîş her wiha tespîta wê yekê kir ku şandina hêzê ji bo parastian Efrînê, wê operasyonên li dijî DAÎŞ'ê yên hê dewam dikin, qels bike.
FAZ
Yek ji rojnameyên navdar a Elmanyayê FAZ bi sernivîsa "Zilma şer di wêne de bi cih nabe" balê dikşîne ser nakokiyên di navbera gotinên Erdogan û rastiyê û nivîs wiha dest pê dike: "Serokkomarê Tirkiyê dixwaze nîşan bide ku ew li hember Kurdan şerekî 'pak' dimeşîne. Lê wêneyên di înternetê de digerin tiştekî din nîşan didin."
Di nivîsê de tê diyarkirin ku hikumeta Tirkiyê naxwaze tiştek berevajî propagandaya wê ya ji bo operasyona herêmên Kurdan ên li Bakûrê Sûrî bê gotin û li welatê xwe qet naxwaze kes dengê xwe li hember êrîşan derbixe. Nivîsa FAZ a bi awayekî îronî destnîşan dike ku behskirina kuştina sivîlan ne li gorî resmê hevalbendê NATO'yê Tirkî û serfermandar Erdogan e û balê dikşîne ser şehîd Barîn Kobanê: "Wêneyên ku cesedê şervaneke Kurd a bi navê Barîn Kobanê ya hatiye tazîkirin û bi awayekî hovane hatiye parçekirin, mirovan dixe nava şokê. Ev wêne hemû pirsên derbarê nêzîkatiya êrîşkaran a ji girtiyên dijber re dibersivînin."