Berê gelan îro li Efrînê ye; Meşa ber bi Efrînê ve dest pê kir

Bi şiyara "Gelê Efrînê bi tenê nîne" bi sed hezaran kes ji herêmên Cizîr, Firatê, Helebê û Şengalê berê xwe dan Efrînê. Tê payin ku girseyên gel di ser Kobanê û Minbicê re xwe bigihînin Efrînê.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê "DAÎŞ-El Nûsra", meşa gelên Bakurê Sûriyeyê ya ji bo piştevaniya Efrînê dest pê kir.

DI SER KOBANÊ Û MINBICÊ RE WÊ XWE BIGIHÎNIN EFRÎNÊ

Bi şiyara "Gelê Efrînê bi tenê nîne" bi sed hezaran kes ji herêmên Cizîr, Firatê, Helebê û Şengalê berê xwe dan Efrînê. Tê payin ku girseyên gel di ser Kobanê û Minbicê re xwe bigihînin Efrînê.

Meşvanên ji kantonên Qamişlo û Hesekê wê li Til Temirê li hev bicivin û ber bi Kobanê ve biçin.

MEŞA LI QAMIŞLO Û HESEKÊ DEST PÊ KIR

Meş ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve hate organîzekirin. Beşa Qamişloyê ya meşê, li meydana Şehîd Xebat a taxa Xelîliyê dest pê kir û konvoya ji dehan wesayitî bi rê ket. Bi sedan kesên ji bajarê Hesekê û navçeyên Hol û Şedadê li hev civiyan, ji bo tevlî meşa Efrînê bibin berê xwe dan Til Temirê.

LI EFRÎNÊ BI SED HEZARAN KES DAKETIN QADAN

Gelê Efrînê jî ku li dijî êrîşên dagirkeriyê ev 16 roj in bi heybetî li ber xwe dide, îro danê sibehê daket qadan û peyama "berxwedana me wê bidome" da. Bi sed hezaran welatiyên Efrînê meşa ji herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê dest pê kir silav kirin.

Girseya gel ku li Xaçerêya Newrozê ya li navenda bajêr li hev civiya, bi dirûşma "Em ê bi vîna gel êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê têk bibin" ber bi Nexweşxaneya Şoreşê ve dest bi meşê kir. Girseya gel di meşa bi heybet de şaxê zeytûnê û sembolên şoreşa Bakurê Sûriyeyê hilda.

CIVAKA ÊZIDÎ BI BERXWEDANA EFRÎNÊ RE YE

Civaka Êzidî jî ku 4 sal berê li Şengalê êrîşeke bi heman rengî li wan hate kirin, danê vê sibehê ji Xanesorê ber bi Efrînê ve bi rê ket. Jin, ciwan û nûnerên sazî û partiyên siyasî bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li hev civiyan û danê sibehê saet 9'an ji bo xwe bigihînin girseya gel berê xwe dan bajarê Qamişloyê.