Peyama gelê Efrînê zelal e: Heta dawî em ê li ber xwe bidin

Peymana bi sed hezaran Efrîniyên ku li dijî hewldana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derketin qadan zelal e: Heta yek ji me bimîne em ê li ber xwe bidin.

Di çalakiyê de dirûşma ‘’El şaab yûrîd, iskad nîzam Erdogan’ hate gotin ku ev dirûşm destpêka şerê navxwe yê Sûriyê hatibû gotin.

Li Efrînê ji sed hezarî zêdetir mirov ji bo ku êrîşên dewleta Tirk û bermahiyên çeteyên DAÎŞ  û El Nûsra yên li ser Efrînê şermezar bikin li navenda Efrînê meşeke bêhempa kirin.  Meş bi dirûşma ‘Em ê bi vîna gel êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê bişkînin’ pêk hat û alayên YPG, YPJ, QSD, TEV-DEM’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Her wiha posterê mezin a şervana YPJ’ê Avesta Xabûr jî hate hildan, ku Avesta Xabûr li dijî çeteyên dewleta Tirk çalakiya fedaî pêk anîbû.

 ‘GEL WÊ NÎZAMA ERDOGAN BIŞKÎNE’

Di çalakiyê de tim hate gotin, ‘’Bijî Berxwedana YPG-YPJ’ê’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Tolhildan’, ‘Dewleta Tirk û çeteyên wê, wê ji hêla berxwedana gel ve werin şikandin’, ‘’El şaab yûrîd, îskad nîzam Erdogan’ (Gel wê nîzama Erdogan hilweşîne’ hatin berzkirin. Piştî meşa bêhempa ya ku ji Xaçêrêka Newrozê heta bi Nexweşxaneya Dersimê do kirî, li ser navê Koordînasyona TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd axivî û berxwedaniya QSD, gel slav kir.

DEWLETA TIRK BI DAÎŞ Û EL NÛSRA RE YE

Bedran Çiya Kurd got dewleta Tirk vîna gelê Kurd dike hedef, beriya niha jî êrîşên bi DAÎŞ, Nûsra û komên çete yên El Qaîde hatin kirin îro bi destê dewleta Tirk, artêşa wê û çeteyên bermahiya van çetayan ve têne kirin û got: ‘’Çawa ku li dijî çeteyan me li ber xwe dabe, li dijî Erdogan jî em ê li ber xwe bidin. Erdgoan ne ku tenê gelê Kurd dike hedef, hemû gelên Sûriyê dike hedef. Xwîna ku li Sûriyê ev bi salan e diherike, hilweşand û talan şahidê vê ye.’’

BIRYARA ME BERXWEDAN E

Bedran Çiya Kurd komkujiyên faşîzma Erdogan ên li Bakur bi bîr xist û got, ‘’Qîma wî bi van nehat, bi Îran û Iraqê re li hev hat û êrîş bi ser Başûrê Kurdistanê de bir. Niha jî weke ku bi salan li Rojava dike êrîşê bi ser Efrînê de jî tîne. Baş e, em ê li dij van êrîşan bêdeng bin? Na. Ti caran! Em yek kes jî bimînin em ê li ser van xakan li ber xwe bidin. An em ê li ser van xakan bi hev re bi azadî bijîn an jî bi berxwedanê, bi rengekî birûmet em ê bimirin. Em tenê ji tiştekî bawer dikin ku ti caran radest nebin.’’

 ‘BÊDENGÎ HEVKARÎ YE’

Kurd bang li Rûsya, koalîsyona navnetewî ya dijî DAÎŞ’ê û Neteweyên Yekbûyî kir û got: ‘’Ev êrîş li ber çavê we hemûyan dibe. Ev dagirkerî ye. Bi dehan mirov hatin kuştin. Ji destpêka şerê Sûriyê ve em bi Tirkiyê re cîran in. Yek gule ji aliyê me neçûye bi ser wan de. Lê niha em hevrûyê dagirkeriyê ne. Bêdengiya li bara vê dagrikeriyê tê maneya hevkariyê.’’

Piştî Kurd li ser navê gelên Ereb û Ermen û Kongra Star axaftin hatin kirin û hate gotin gelê Efrînê w êli ber xwe bide.