Fermandara YPJ'ê Dêrik: Li Efrînê destan tê nivîsandin
Dêrik: Li pişt Efrînê 4 parçeyên Kurdistanê û milyona mirovn hene. Em vê berxwedana ku 'Berxwedana Serdemê' jê re tê gotin, ji bo çar parçeyên Kurdistanê didin.
Dêrik: Li pişt Efrînê 4 parçeyên Kurdistanê û milyona mirovn hene. Em vê berxwedana ku 'Berxwedana Serdemê' jê re tê gotin, ji bo çar parçeyên Kurdistanê didin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Artêşa Azad/El Qaîde yên li dijî Efrînê di roja 16'an de ye. Di "Berxwedana Serdemê" de li hemû eniyên Efrînê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi berxwedaneke mezin li ber dagirkeran radibin.
Ji fermandarên YPJ'ê Nûjîn Dêrik, berxwedana Efrînê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê ku ji 20'ê Çileyê ve dewam dike nirxand. Dêrik got, "Berxwedana sedsalê ev 15 roj in bi rengekî bê navber li Efrînê didome. Mirov bixwaze vê berxwedana 15 rojan binivîsînin, wê pênûs têra nivîsandina wê neke. Li vir berxwedaneke efsaneyî heye. Her hevala/ê li eniyê, destana lehengiyê dinivîsîne." Dêrik diyar kir ku bombeya napalm jî di nav de dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî jî êrîş dike.
Di dewama axaftina xwe de fermandar Dêrik got, "Bombeya napalm a qedexekirî jî di nav de dewleta Tirk bi tank, top, balafir û helîkopteran bi ser me ve hat. Gelê Efrînê, bi jin, mêr, zarok û mezinên xwe cih û warê xwe neterikand û bû parçeyek ji berxwedanê. Şervanên YPG/YPJ'ê ev 15 roj in ranazên, ranawestin û li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê yên dagirker bi lehengî li ber xwe didin. Dijmin niha bi hemû teknîka xwe bi ser me ve tê. Şervanên me jî bi îrade li ber xwe didin. Li Hemamê, li Girê Qestelê, li Raco, li Şiyê li her cihî şerekî giran diqewime."
Dêrik da xuyakirin ku Erdogan û çeteyên wî bi teknîka xwe pîvanên şer bin pê dikin û işaret bi berxwedana îradeyî ya şervanên YPJ/YPG'ê ya li dijî vê yekê kir.
Dêrik got, "Li Efrînê dibe ku derfetên me yên teknîkî gelekî zêde nebin, lê belê îrade, fikir û baweriya me heye. Em axa xwe, rûmeta xwe diparêzin. Ji ber vê yekê em ji teknîka wan xurtir in" û wiha dewam kir: "Erdogan û çeteyên wî ev 15 roj in bi her şêwe teknîkê êrîş dikin. Lê belê bi 5 kîlometreyan jî nekarîn bi pêş ve biçin. Bang li wan dikim; eger ji xwe bawer dikin bila dest ji teknîkê berdin û bên. Wê çaxê wê bibînin bê kî dagirker e, kî li vir e. Rast e, li hin cihan bi rengekî demkî me xwe vekişandin. Lê belê berxwedana me ya destanî wê bidome û cihê ku ew ketinê wê li wan bibin goristan."
Dêrik anî ziman ku gelê Efrînê bi tenê nîne, bi çar aliyan Kurdistan li pişt e û got, "Li pişt Efrînê hemû Kurdistan û bi milyonan mirov hene. Em vê berxwedana ku 'Berxwedana Serdemê' jê re tê gotin, di heman demê de ji bo çar parçeyên Kurdistanê didin. Bila faşîzma Erdoagn zanibe ku çiqasî bi ser me ve were wê berxwedana me jî ewqasî mezin be. Nerazîbûna Kurdan a li çar parçeyan û berxwedana me ya mezin wê Erdogan têk bibe. Bila bi vê zanibe."
Dêrik da xuyakirin ku dagirkirina axa Kurdan ji aliyê Tirkan ve di heman demê de plana dagirkirina Sûriyeyê ye û got, QSD a ku DAÎŞ a faşîst li ser axa Sûriyeyê têk bir, wê parêzvanê DAÎŞ'ê Erdogan jî têk bibe.
Fermandar Dêrik bi berdewamî got, "Rejîma Erdogan dixwaze bi êrîşa dijî Kurdan re qelsiya xwe binixumîne. Bang li gelên Sûriyeyê dikim; Erfîn ne tenê bajarekî Kurdan e, her wiha parçeyek ji axa Sûriyeyê ye. Li dijî Sûriyeyê şer hatiye ragihandin. Ev 4 sal in em li dijî dijminê mirovahiyê DAÎŞ'ê ku ji aliyê Erdogan ve hatiye xwedîkirin, şer dikin. Ji bo sîstemek nû ya li Rojhilata Navîn, ji bo jiyaneke bi hev re ya gelên Sûriyeyê em têdikoşin. Ev açar sal in Kurd bi jin-mêrên xwe li dijî dijminê paşverû û faşîst têdikoşin. Li Serêkaniyê, Girê Spî, Kobanê, reqa û îro li Dêra Zorê têkoşîna me didome. Me Reqa paqij kir ku DAÎŞ'ê ji xwe re weke paytext ragihandibû. Em li dijî dijminê mirovahiyê bi ser ket. Vê bêjim; yê ku DAÎŞ afirand û kir belayê serê gelan Erdogan e. Me duh dûvikên wî têk bir, îro jî dor hatiye têkbirina Erdogan. Em li artêşa Erdogan a êrîşî Efrînê dikin binerin, hemû jî çeteyên DAÎŞ'ê ne. Çi guherî, tenê kincê li ser guherî. Çawa ku me li dijî hêzên faşîst ên paşverû bi salan Sûriye, Kurd parastin, em îro jî li Efrînê diparêzin."
Dêrik destnîşan kir ku ew bi heman biryardarî, îrade û baweriyê têdikoşin, wê dîsa bi ser bikevin û anî ziman ku li her eniyê berxwedaneke bi rengê destanê tê dayin. Dêrik işaret bi lehengiya şervanan kir û got, "Ez ji we re qala berxwedana hin hevalan bikim. Li girê Qestelê berxwedaneke bi lehengî ya bi rojan hebû. Bi rojan bi balafiran, bi topan bombe lê hate barandin. Teknîka ji her şêweyî bi kar anîn. Şervanên me canê xwe feda kirin. Şehîd Jîndar dest ji Qestelê berneda. Li girê Hemamê jî rewşeke bi heman rengî hebû. Li vî girê ku zêde ne mezin e, hevalên me ku hejmara wan ne zêdeyî 10'an bû, hefteyekê berxwedaneke bêhampa nîşan dan. Gotin têra vegotina lehengiya Şehîd Amara û Şehîd Agît nake. Li Racoyê di şexsê Şehîd Avrîn de hevrêyên me li dijî êrîşên dijmin ên bi teknîka herî pêşketî, bi berxwedana îradeyî bûn efsane. Me li Qurnê jî dît ku hevrêyên Şehîd Barîn Kobanê bi fedayî li ber xwe dan. Hevala Avesta Xabûr berî ku bi rengekî fedayî bi ser dijmin ve biçe got, 'Ez ê mesaja berxwedanê bi canê xwe nîşanî dijmin bidim'. Bê teredût bi ser dijmin ve çû û xwe teqand. Berxwedana ku şervanên YPJ/YPG'ê di nava van 15 rojan de nîşan dan, li her eniyê, her gavê destan e. Gotin têra vegotina wan nake. Me ev dît. Gelo heta ku ev berxwedana şehîdan hebe, ev vîn dikare bê şikestin?"
Dêrik herî dawî bang li gelê Kurdistanê kir û got, "Banga min li gelê Kurd ê li çar parçeyan e. Li ku dibin bila bibin, gelê Efrînê ji bo we hemûyan li ber xwe dide. Dest ji axa xwe, cih û warên xwe bernade. Û sond dixwe ku ev berxwedan wê têk neçe. Dibe ku bi saya teknîka xwe ketibin hin gundan, çûbin ser hin giran. Lê belê em ê bi îradeya xwe wan ji wir derxînin. Berxwedana me dewam dike û heta serketinê wê bidome. Şiyara me, tenê serketin e. Em yek bi tenê jî bimînin, wê Efrîn navê xwe li berxwedana sedsalê binivîsîne."