Rêveberiya Xweser û Meclîsa Rêveber a Efrînê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li hemû hêzên demokratîk kir ji bo destekê bidin berxwedanê.
Daxuyaniya rêveberiya Efrînê ku bang li hêzên navneteweyî jî dike wiha ye:
"Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve dewleta Tirk a faşîst bi serkêşiya AKP'ê û dîktator Recep Tayyîp Erdogan alîkariya hemû komên cîhadîst û terorîst ên weke El-Qaîdê û DAIŞ'ê dike.
Ev 15 roj in hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê li dijî welatiyên herêma Efrînê û derûberên wê dewam dike. Di encamê de bi sedan welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok in şehîd û birîndar bûn. Li hemberî vê hovîtiya artêşa dagirker şervanên QSD'ê bi rengekî bêhempa û dîrokî li ber xwe didin, bi fedekarî û xwîna xwe efsaneyên berxwedanê dinivîsin.
Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê û Meclîsa Rêvebirina Kantona Efrînê berxwedana QSD'ê û berxwedana serdemê ya Efrînê silav dikin. Em bang li hemû hêzên demokrasîxwaz ên hundir û derveyî Sûriyeyê dikin ku alîkariya berxwedana serdemê bikin.
Bi taybet em bang li Rûsya Federal dikin ku ji helwesta xwe ya alîkariya bi terora dewleta Tirk re li hemberî gelê Efrînê vegere. Her wiha ew li hemberî van komkujiyên dewleta Tirk di derheqê welatiyên sivîl de berpirsiyar e. Em bang li koalîsyona navnetewî û Emerîka û saziyên hiqûqî û sivîl û mirovahî, konseya Ewlehiyê, Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa destwerdana lezgîn bikin û vê hovîtiya dagirkeriya Tirkiyeyê li ser herêma Efrînê rawestînin.
Bijî berxwedana serdemê."