QSD’ê bîlançoya îro ya Berxwedana Serdemê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê û çalakiyên QSD‘ê yên 4‘ê Sibatê eşkere kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) de ya ku li ser malpera xwe ya fermî de belav kiribû ev agahî hatin dayîn:

MABATA

 Hêzên me roja şemî saet di 03:00‘an de tanga artêşa Tirk a dagirker rûxand. Kesên di tangê de jî hatin kuştin (Bi dîmen hatin belgekirin)

ŞERA

 Hêzên me duh saet di 21:00‘an de topavêjeke artêşa dagirker û balafireke wê li nêzî gundê Erebwêran hedef girt. Piştî herêmên şer berfireh bû û gihişt gundê Dîkmadaş û Baflûn û bi saetan şer berdewam kir.

BILBILÊ

 Gundê Şêxurzê duh saet di 22:00‘an rastî êrîşên bi çekên giran hat. Li gundê Ubeydan, di navbera şervanên me û artêşa dagirker a Tirkiyê û Rêxistina El-Qaîde şer rû da, balafirên dijmin 6 êrîş li dijî gund pêk anîn.

Artêşa Tirk a dagirker di saet 03:00`an de careke din hewl da ber bi Şêxurzê ve bi pêş ve were. Hêzên me yekser bersiv dan û li herêmê şerekî dijwar rû da û heta saetên sibê dewam kir. Her wiha balafirên şer ên artêşa dagirker jî ev herêm bombebaran kir.

Piştî têkçûna her du hewldanan, artêşa dagirker û Rêxistina El-Qaîde careke din di saet 13:00`an de hewl dan  di aliyê gundên Şêxruzê û Bilîlka bi pêş ve werin. Hêzên me bersiv dan û şer bi giranî heta niha dewam dike. Di heman demê de, hêzên girên derdora her du gundan paqij dikin. Li derdora gundê Elî Kera jî hêzên  me dozera hêzên dagirker rûxandin.

ŞIYÊ / MABATA

Artêşa  Tirk a dagirker û Rêxistina El-Qaîde bombeyên ronahiyê li esmanê gundên Xelîl û Alkana avêtin da ku leşkerên xwe ji tirsê biparêzin. Li derdora her du gundan jî şerên giran rû dan.

CINDIRÊSÊ

Navenda herêma Cindirêsê û gundên wê bi çekên giran hatin topbarankirin. Her wiha gundê Hemamê jî rastî topbaraneke dijwar a artêşa dagirker û Rêxistina El-Qaîde hatin.

Her wiha artêşa dagirker û Rêxistina El-Qaîde hewl dan di aliyê Girê Qazqalî û Girê Şehîd Seydo de bi pêş ve were, hêzên me bersiv  dan û hêzên  dagirker neçar man bi paş ve birevin.

KOBANÊ

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor, li gundê Sûsikê yê rojavayî bajarê Girê Spî dema erebeyên sivîlan derbas dibûn,  hedef girtin û di encamê de zerar gihîşt erebeyan. Hêzên me yekser destwerdan kirin û bersiv dan. Li herêmê şer di navbera hêzên me û leşkerên artêşa Tirk bi çeka doçka rû da.