Şervanên Suryan li Efrînê ne
Meclîsa Leşkerî ya Suryanan ragihandin ku wan komek şervanên xwe şandine Efrînê.
Meclîsa Leşkerî ya Suryanan ragihandin ku wan komek şervanên xwe şandine Efrînê.
Meclîsa Leşkerî ya Suryanan têkildarî êrîşên li dijî Efrînê îro daxuyaniyek belav kir.
Meclîsê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan komek şervanên xwe şandine Berxwedana Serdemê.
Daxuyanî wisa ye:
“Di vê serdemê de em li Sûriyeyê ax û dîroka xwe diparêzin û dewleta Tirk êrîşî Efrînê dike. Herêma Efrînê herêmeke aştîxwaz e lê dewleta Tirk i vê derê sîvîlan bomberdûman dike.
Her kes dizane ku dewleta Tirk piştî Cerablûs û Babê dixwaze li Sûriyeyê cihên nû dagir bike. Dewleta Tirk a ku her roj Efrînê bomberdûman dike, metoda dewleta Osmanî ya faşîst didomîne. Dema em ligel birayên xwe yên Kurd û Ereb li dîroka xwe binihêrin, em ê bibînin ku tekane çareya me berxwedana li hemberî terorîzmê ye.
Li Şengal, Xabûr, Reqa û Minbicê me li hemberî komên barbar ên terorîst şer kir û em bi ser ketin. Bêguman ew ê QSD jî li hemberî vê terorîzmê bi ser bikeve.
Em êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê şermezar dikin. Ev êrîş tê wateya ku naxwazin li Sûriyeyê aştiyek pêk were. Em ê jî di vê serdemê de tevî QSD’ê li dijî van êrîşan şer bikin.
Şervanên me yên qehreman ên ku diçin Efrînê ew ê li hemberî Tirkiye û komên wan ên çeteyan şer bikin. Projeya me ya neteweya demokratîk ew ê di warê edalet, aştî û ewlehiyê de pêk were.
Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku bila li hemberî van êrîşên Tirkiyeyê yên terorîst nerazîbûna xwe nîşan bidin.”