Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê: 129 sivîl şehîd bûn
Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê Encela Reşo da xuyakirin ku hejmara mirovên sivîl ên ji ber êrîşên dewleta Tirk şehîd ketin bûye 129 kes. Reşo got, 320 sivîl jî birîndar bûn.
Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê Encela Reşo da xuyakirin ku hejmara mirovên sivîl ên ji ber êrîşên dewleta Tirk şehîd ketin bûye 129 kes. Reşo got, 320 sivîl jî birîndar bûn.
Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê îro daxuyaniyek da çapemeniyê û hejmara kesên di êrîşên artêşa Tirk de şehîd ketin û birîndar bûn eşkere kir.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê Encela Reşo ve hate dayîn. Encela Reşo da zanîn ku zarok û jin jî di nav de 129 sivîl şehîd bûne û 320 jî birîndar bûne.
Encela Reşo bang li civaka navneteweyî, saziyên mafên mirovan û Xaça Sor kir ku amûrên tenduristiyê ji wan re bişînin.