BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 15'AN DE YE

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 15'an de ye. Li gelek eniyan di navbera hêzên Tirk ên dagirker û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de şer diqewime. Hûn dikarin rewşa dawî ji bloga me ya zindî bişopînin.

23:13

Artêşa Tirk a dagirker gundê Sûsikê yê rojavayî bajarê Girê Spî topbaran dike.

22:14

Li derdorî gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Mabatayê di navbera şervanê QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerê dijwar rû didin.

21:46

Li gelek navendên Fransayê Kurdistanî û dostên wan li ser banga TJK-E daketin kolanan û peyama‚ ‘Em rê nadin faşîzmê‘ dan.

21:45

Li paytexta Elmanya Belînê û bajarên Gîessen û Dortmundê bi banga TJK-E bi hezaran kes kombûn û bi diruşmên “Her cih Efrîn e, her cih berxwedane ” meşek lidar xistin.

21:44

Li Baselê deh hezar mirov ji bo Efrînê meşiyan û peyama “Efrîn ne bi tenê ye“ dan. Li Kantona Swîsre Bellîzona jî çalakiyeke girseyî pêk hat. Li Kantona Belîzona a Swêdê jî çalakiyeke girseyî hate lidarxistin.

21:42

Li paytext Stockholm a Swêd û paytexta Danîmarka Kopenhag û bajarên Odensee û Horsens bi hezaran kesên daketin kolanan bi yek dengî dirûşma “Her cih Efrîn e, her cih berxwedan e” qîr kirin.

21:22

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Çeqela ya girêdayî navçeya Şiye ya Efrînê de, 2 sivîl birîndar bûn.

20:20

Me ji bo we bûyerên roja 15’emîn a Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, têkoşina QSD’ê ya li hember artêşa Tirk û çeteyên wê berhev kirin.

 

17:12

Şervanên QSD’ê li Efrînê tankeke din a artêşa Tirk a dagirker îmha kirin. ANHA’yê dîmenê tankê weşand a ku hatiye rûxandin.

 

17:07

Navenda Çapemeniyê ya QSD′ê bîlançoya operasyonên leşkerî yên 3′yê Sibatê eşkere kir.

 

17:06

Li Efrînê bi tevlîbûna hezaran welatiyan cenazeyê 23 şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi merasîmeke heybet ve spartin axê.

16:30

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê hovîtiya leşkerên Tirk û çeteyê wê li ser cenazeyê şervana YPJ’ê bi tundî şermezar kir û got: “Dawiya van çeteyan wê bi destê lehengên Efrînê be.”

 

16:06

Navenda Çapemeniya YPJ’ê, îro dîmenê teqandina tanak artêşa Tirk a li gundê Ebidanê ya girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê parve kir.

 

14:30

Li navçeya Şerayê kepçeya bi zirx a artêşa Tirk a dagirker a ku çeper dikola ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate îmhakirin.

14:18

QSD: Em ê dagirkeran ji hemû niqteyên ku ketinê paqij bikin

Fermandariya QSD’ê ya Efrînê derbarê êrîş û şerê 15 rojan daxuyanî da û got, hêzên dagirker li gel hemû teknîka pêşketî jî nekarîne ku bi pêş ve biçin.

 

14:00

Li gorî nûçeya ANHA'yê artêşa dagirker a Tirkiyeyê topan diavêje navçeya Raco ya Efrînê.

14:00

Li gorî nûçeya ANHA'yê artêşa Tirk a dagirker navçeya Reco ya Efrînê topbaran dike.

13:09

Li Bilbilê 5 endamên TC-OSO-DAÎŞ’ê hatin kuştin

Li gundê Elî Kera ya navçeya Bilbilê ya Efrînê şerê dijwar didome. Di şer de 5 endamên dagirker hatin kuştin û 6 ji wan birîndar bûn.

 

12:31

Li Bilbilê şer giran e: Kuştî û birîndar hene

Li gundê Elî Kera û Bukê yê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê di navbera şervanên QSD û hêzên dagirker de şerekî dijwar diqewime.

 

12:19

Şervanên QSD’ê li Ezazê li dagirkeran xist

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê dîmenên çalakiya şervanên QSD’ê ya li Ezazê li dijî hêzên dagirker par ve kir.

 

11:32

Li dijî dagirkeran çalakiya sabotajê: 3 wesait û yên tê de hatin îmhakirin
Berxwedaniya QSD’ê ya li  dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê kete roja 15’an. QSD şevê dî bersiveke xurt da êrîşên bi obûs û balafiran, 3 wesayit rûxandin û gelek leşker û çete hatin kuştin.

 

11:17

Li Şiyê û Cindirêsê bomberdûman

Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên OSO yên ku ji ber DAÎŞ û Nûsra mane, Hecî Hunsa û ‘Şehîdgeha Şehîd Seydo’ a li Cindirêsê bombe dike.

 

11:06

Balafirên şer bombeyan li Meydana û Recoyê dibarîne-NÛ BÛ

Artêşa Tirk a dagiker navçeya Reco û gundê Bilika yê navçeya Meydana ya Efrînê bombe dike.