22:56
Hêzên QSD’ê li navçeya Reco ya Efrînê jî lid ijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalaki lidarxist.
22:56
Şervanên QSD’ê li gundê Xelîl yê girêdayî navçeya Şiye ya EfrÎnê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalakî lidarxist. Di çalakiyê de 3 leşker û çete hatin kuştin.
22:28
Li gundê Bukê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê çalakî lidarxist. Hat diyarkirn ku di çalakiyê de 15 kes hatin e kuştin û birîndar bûne.
22:16
Balafirên şer ên artêşa Tirk careke din Bendava Meydanke ya li navçeya Şera bombardûman dike.
İ
21:16
Çalakiya şervanên QSD'ê ya li dijî kûleya leşkerên Tirk...
21:10
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran dike.
20:52
Navenda Çapemeniya QSD’ê nasnameya 6 şervanên di Berxwedana Serdemê ya dewleta Tirk a li dijî Efrînê de şehîd bibûn eşkere kir.
Nasnameya şehîdên Berxwedana Serdemê wiha ne:
17:57
Balefirên şer ên artêşa Tirkiyeyê ya dagirker, gundê Xalta (Xalidiyê) yê navçeya Şêrawa yê Efrînê ji binî ve hilweşand.
17:38
Endamê Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn Dr. Ciwan Mihemed diyar kirin ku ji roja destpêkê ya êrîşên li ser Efrînê de, 76 birîndar û 47 şehîd gihîştine nexweşxaneyê.
17:37
Artêşa Tirk a dagirker bi obusan li taxa Eşrefiyê ya Efrînê da
16:41
Artêşa Tirk zarokê 9 salî qetil kir
Arhat ê 9 salî ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker yên li ser navenda Efrînê de bi giranî birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da.
16:34
Saziyên civaka sivîl ên Rojhilat: Divê Tirkiye ji Efrînê derkeve
Rêxistinên civka sivîl ên bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşên dewleta Tirk a mêtînger a li ser Efrînê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kirin ku dengê xwe li Tirkiye bilind bikin.
16:32
Arhat Ehmed Elîko (9) yê di bomberdûmana li Efrînê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
15:00
Di roja 12'an a berxwedanê de li Efrînê û navçeyên wê çi qewimî?
Şervanên "Berxwedana Serdemê" ku li pişt her dara zeytûnê ya Efrînê ketine çeperê, ev 12 roj in li dijî koalîsyona DAÎŞ-El Qaîde-AKP'ê têdikoşin. Me bûyerên ku di roja 12'an de qewimîne dan hev.
14:41
Navê 10 sivîlên birîndar eşkere bû
14:26
Êrîşa li dijî navenda Efrînê: 12 kes bi giranî birîndar bûn
14:09
Rêxistinên civaka sivîl ên Rojhilat: Divê Tirkiye ji Efrînê derkeve
Rêxistinên civka sivîl ên bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşên dewleta Tirk a mêtînger a li ser Efrînê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kirin ku dengê xwe li Tirkiye bilind bikin.
14:02
Yek ji zarokên di êrîşa dagirkerên Tirk de li navenda Efrînê birîndar bûn, jiyana xwe ji dest da.
Di êrîşê de 12 kes birîndar bûbûn. Rewşa birîndaran giran e.
13:35
Artêşa Tirk a dagirker bombe li taxa Eşrefiye ya Efrînê barand
12:51
Li Bilbilê şerekî dijwar diqewime
Di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de li gundê Qurnê û çiyayê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê şerekî dijwar diqewime.
12:28
Parlamenta Başûrê Kurdistanê êrîşên li ser Efrînê weke ‘hewldana dagirkeriyê’ bi nav kir û hate gotin êrîş yekîtiya neteweyî ferz dike. Parlamentê bang li derdorê navneteweyî kir.
11:55
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, dîmenê bomberdûmana ku artêşa Tirk û çeteyên wê li cih û warên sivîlan dikin, weşand.
10:15
Li Efrînê êrîş û şer dewam dikin
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, helîkoptera bi tîpa Kobra ya artêşa Tirk a dagirker li gundê Hemamê yê Cindirêsê xist. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), êrîşên li ser vî guhdî pêr şikandibûn.
Wekî din, bi çekên giran êrîş li gundên Dîkmetaş û Erebwêran ên Efrînê hate kirin. Li navçeya Bilbilê jî artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran êrîş kir.
Li gundê Ibiskê di şer de 2 çete hatin kuştin.
Navçeya Raco û derdora wê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin.
Balafirên şer ên dagirkeran her wiha bombe li gundê Bukê yê Bilbilê û gundê Şingilê yê Racoyê barandin. Li gundê Şingilê şerekî dijwar diqewime.
Bomberdûmana li ser navçeya Şiyê jî dewam dike.
Li gundê Til Medip ê Kantona Şehbayê jî bi çekên giran êrîş hate kirin.
09:58
Navenda Raghandinê ya YPG'ê dîmenê çalakiya şervanên QSD'ê li herêma Raco li dijî artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê weşand.
09:56
QSD: 3 wesayitên artêşa Tirk hatin rûxandin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, di şerê duh de 3 wesayitên artêşa Tirk hatine rûxandin.
09:55
HSK: Li Efrînê di êrîşan de 65 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) ragihand, ji destpêka êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ve herî kêm 65 sivîl mirine û pêwîstiya sivîlan bi alîkariyeke cidî ya însanî û tibî heye.