HSK: Li Efrînê di êrîşan de 65 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) ragihand, ji destpêka êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ve herî kêm 65 sivîl mirine û pêwîstiya sivîlan bi alîkariyeke cidî ya însanî û tibî heye.

Di rapora Heyva Sor a Kurdistanê de hat bibîrxistin ku nifûsa Efrînê beriya sala 2011'an nêzî 500 hezar kes bû û bi koça nava welêt re 250 hezar kes hatine herêmê, bi vî rengî nifûsa wê bûye 800 hezar kes.

Di raporê de, bîlançoya 10 rojên destpêkê yên êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hate eşkerekirin.

65 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DAN, 20 JÊ ZAROK IN

Rapor li gorî daxuyaniyên aktîvîstên sivîl û Hêzên Sûriyeya Demokratîk hate amadekirin û hat ragihandin ku ji 20'ê Çileyê heta 25'ê Çileyê êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê li dijî 200 hedefên sivîl û eşkerî hatin kirin.

Li gorî raporê, êrîşên ji nava Tirkiyeyê li dijî Efrînê hatin kirin bi giranî li herêmên bakur û rojavayê Efrînê rû dan û di encamê de 65 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku 20 ji wan zarok in, 12 jî jin in. Heta niha 163 sivîl birîndar bûn, 62 ji van jin û zarok in.

Li gorî raporê, zêdeyî 5 hezar sivîlan cih û warên xwe terikandin û li deverên din ên kantonê bi cih bûn.

HSK'ê diyar kir, sivîlên mayî jî ji ber bomberdûmana Tirkiyeyê neçar man xwe li şikeft û stargehan bigirin û işaret bi pêwîstiya cidî ya alîkariya însanî û tibî ya bi sivîlan re hate kirin. Hat destnîşankirin ku ji ber pirsgirêkên derfetên tenduristiyê, stargeh û xwarinê, endîşeyên mezin li ser gelê sivîl heye.

Di rapora Heyva Sor a Kurdistanê de hat gotin, sivîlên li nehiya Cindirêsê ya Efrînê di nava pirsgirêkên avê, xwarinê û elektrîkê de dijîn.

BOMBE LI KANTONÊN KOBANÊ Û CIZÎRÊ JÎ HATIN BARANDIN

HSK'ê da xuyakirin ku êrîşên dewleta Tirk ne tenê li ser Efrînê ne û destnîşan kir ku êrîş li Kobanê, Minbicê û gelek cihên Kantona Cizîrê jî hatin kirin.

Li gorî vê yekê, leşkerên Tirk bombe li Kobanê barandin, bi rêya leşkerên xwe yên bi pereyan dide şerkirin, bi rêya çeteyên 'artêşa azad' li Minbicê êrîşî gelek nuqteyên QSD'ê kir.

Di dewama raporê de hat diyarkirin ku artêşa Tirk bi çekên giran herî kêm 3 caran êrîş biriye ser gundê Zormegar ê Kobanê, bi tank, çekên giran û hawanan êrîşî sivîlên li Kantona Cizîrê kiriye û li Cizîrê herî kêm 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, sivîlek jî birîndar bûye.

Di raporê de tê bibîrxistin ku hê agahî ji hin sivîlan nehatiye girtin ku nayê zanîn bê sax in an jî jiyana xwe ji dest dane. Hat gotin, wezîfedarên Heyva Sor gelek sivîl ji binê xirbeyên avahiyan rizgar kirin, lê hê jî gelek cenaze di binê xirbeyan de ne.

Rapor işaretê bi drama mirovên ku ji êrîşan direvin dike û dide zanîn ku gelê sivîl li nava Efrînê hewl dide ji xwe re cihekî ewle bibînin, lewma timî cih diguherin û hinek jî xwe li şikeftan digirin.

JI BER XETERIYA LI BENDAVA MAYDANKÎ BI HEZARAN KES JI CIH Û WARÊN XWE BÛN

Li gorî raporê, bi zêdebûna bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker, zêdeyî 25 hezar kesên berê ji herêmên din hatin Efrînê neçar man cihê xwe biguherînin. Hat argihandin ku ji ber bomberdûmana li derdora Bendava Maydankî, sivîl ji vê herêmê reviyane û eger bendav hilweşe wê rewş gelekî nebaş bibe.

Di raporê de hat destnîşankirin ku şêniyên Efrînê yên ji ber bomberdûmanê ji cih û warên xwe bûne, ji bajêr dernakevin, bi giranî li nava bajêr diçin cihên ewle û hat gotin, gelê sivîl ê li Cindirêsê, Hemamê, Raco û Şaran, hewl dide li van herêman cihên ewle bibîne. Lê belê ji ber vê revê li hin malan 5 heta 8 malbat neçar in bi hev re bijîn.

ALÎKARIYA KU DIVÊ BI LEZGÎNÎ BIGIHÊJE WELATIYAN

Di rapora Heyva Sor a Kurdistanê de li ser alîkariya ku divê bi lezgînî bigihêje sivîlên Efrînê agahî hate dayin:

- Ji ber bomberdûmanê barê nexweşxaneyan giran bûye. Pêwîste derman û malzemeyên tibî bi lezgînî ji wan re bên ragihandin.

- Ambûlans û malzemeyên tamîratê.

- Şîr, kevnikê pêçandina pitikan, malzemeyên paqijiyê.

- Betanî, nivîn û kincên ji bo zivistanê.

- Ava vexwarinê û paketên xwarinê.

- Kîsikên xwînê ji bo birîndaran, qutiyên alîkariya lezgîn.

ÊRÎŞ LI AMBÛLANSA HEYVA SOR HATE KIRIN

Di rapora Heyva Sor a Kurdistanê de hat ragihandin ku bi Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Kantona Efrînê û meclîsên tenduristiyê yên li bajêr re kar tê kirin û hat gotin, ji ber bomberdûmanê ew nikarin alîkariya însanî bigihînin hemû herêman.

Di raporê de hat bibîrxistin ku heta niha ambûlanseke Heyva Sor jî bûye hedefa hêzên Tirk ên dagirker û işaret bi rîska êrîşê ya li ser karê rizgarkirinê hate kirin. Di raporê de hat gotin, êrîşa li dijî ambûlansê 21'ê Çileyê li Cindirêsê hate kirin.

Li gorî raporê heta niha karine ambûlansê bigihînin Bilbilê, Şiyê, Raco, Cindirêsê, Til Cemal, Rafîn, Kolko û Xelîlê.

Heyva Sor a Kurdistanê di rapora xwe de her wiha wêneyên hin gundên ku ji aliyê hêzên dagirker ên Tirk ve hatine hilweşandin, hatin weşandin.