BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 11'AN DE YE

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên artêşa azad ên ji ber DAÎŞ û El Nûsra mane, ev 11 roj in bê navber êrîşî Efrînê dikin. Hûn dikarin rewşa dawî ya 'Berxwedana Serdemê' ya li Efrînê bi rêya bloga me ya zindî bişopîne.

23:27

Artêşa Tirk gundê Dîkmetaş ê Efrînê bi tank û hawanan topbaran dike... 

23:26

Gelê Efrînê şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmekê spartin axê...

 

23:18

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker  gundê Baflûnê ya navçeya Şera û navçeya Bilbilê ya Efrînê bomberdûman dike.

23:17

Balafirên şer ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker niha li ser esmanên Efrînê digerin.

20:15

Artêşa Tirk a dagirker li Girê Spî li taxa El Çarx sivîlek birîndar kir.

19:39

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (QSD) ragihand ku balafirên şer ên artêşa Tirk di êrîşa îro de sivîl kirine hedef.

19:25

Wekîlên Partiya Çep a Elmanyayê ji bo piştgiriyê bidin Efrînê û êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin bi hev re wêneyek girtin û bi wî wêneyî peyamek dan. 

19:25

Heyeta HDP’ê îro li meclîsa Elmanyayê ya federal têkildarî Efrînê hin hevdîtin kir. Alîkara Serokatiya Meclîsê Claûdîa Roth got ku, “Divê tu kes çekan nefiroşe Tirkiyeyê.” 

19:24

AFP’ê alîkariya jinên Kurd  ên ku bi banga Kongreya Starê alîkariyê bi şervanên YPG, YPJ’ê re dikin, kir nûçe.

17:25

Artêşa Tirk a dagirker bi topan li navçeya Racoyê ya Efrînê dide.

16:52

Artêşa Tirk a dagirker bombeyên mîsketê avêt gundê Kefer Sefre yê Cindirêsê ya Efrînê û gundên derdorê.

 

16:14

ANHA’yê dîmenên meşa li Qamişloyê weşand a ku şîara ‘Her der Efrîn e, her der berxwedan e’ hatibû lidarxistin.

 

16:05

Li derdora Racoyê şerê giran didome. Hêzên dagirker, bi tankan li gara rêwiyan da.

 

15:57

Li gundê Kevirê Ker ê Racoyê şerê giran didome. Hêzên dagirker ên Tirk bi tank û çekên giran êrîşî herêmê dikin. Şervanên QSD’ê bersivên tund didin êrîşan.

 

15:05

Li gundên Mamîle û Xelîl yên girêdayî navçeya Şiye ya Efrînê şer giran e.

14:30

Bi sed hezaran kesên li Qamişloyê li hev civiyan, bi dirûşma "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" Berxwedana Serdemê silav dikin.

Weşana Zindî ya RONAHÎ TV...

 

14:13

Li gundê Xelîl ê navçeya Şiyê ya Efrînê di navbera hêzên dagirker ên dewleta Tirk û şervanên QSD'ê de şer qewimî. Nûçegihanê ANHA'yê Basil Reşîd dîmenê vî şerî kişand.

 

14:04

Di roja 11’an a êrîşên dagirker de, bûyerên ku rû dane

Di roja 11’an a êrîşên dagirker De, şervanên ‘Berxwedana Serdemê’ rê nadin faşîzmê.

 

12:25

Li Şiyê û Racoyê şerekî dijwar diqewime

 

12:03

Ciwanên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li hemberî êrîşên li ser Efrînê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew ê di çeperên berxwedanê de cih bigirin.

 

12:02

TEV-DEM: Bi serketina Efrînê re wê hemû gelên herêmê qezen bikin


 

11:25

HPC: Li dijî dagirkeriyê em amade ne biçin Efrînê

Endamên HPC'ê gotin, "Ji bo berxwedana li dijî dagirkeriyê, em amade ne biçin Efrînê."

 

10:47

YPG: Avesta wê navê berxwedana me be

Fermandariya Giştî ya YPG'ê destnîşan kir, şervana YPJ'ê Avesta Xabûr a li dijî hêzên dagirker çalakiya fedayî kir, wê navê berxwedana wan a li dijî êrîşên dagirker be.

 

10:08

Endama Navenda Çapemeniyê ya YPJ’ê Avrîn Mahsûm li Racoyê şehîd bû.

 

09:52

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji ber DAÎŞ û El Nûsra mane, ev 11 roj in bê navber êrîşî Efrînê dikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, balafirên şer ên Tirk duh bi şev bi balafirên şer û topan êrîş bir ser derdora navçeyên Raco û Bilbilê.

Wekî din, bi balafirên şer bombe li gundê Dersane û derdora wê yê navçeya Şera hatin barandin.

Piştî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiv dan, li gelek cihan şer derket.

Çav li rê ye ku Navenda Ragihandinê ya QSD'ê di nava rojê de daxuyaniyekê bide û encamên şer û êrîşan eşkere bike.

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl got, "Naxwazin bi Tirkan re bibin dijmin, ji ber ku DAÎŞ bi perspektîfa Erdogan tevdigere. Xwedî têkiliyên xurt ên aborî-bazirganî ne. Hemû endamê NATO'yê ne. Gefa penaberiyan li ser heye."