Li Bilbilê şerekî dijwar diqewime
Di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de li gundê Qurnê û çiyayê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê şerekî dijwar diqewime.
Di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de li gundê Qurnê û çiyayê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê şerekî dijwar diqewime.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji ber DAÎŞ û El Nûsra li hev civandiye, êrîşî gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê û çiyayê Şêxurzê kirin.
Şervanên QSD'ê bersiva êrîşan dan û li ser vê yekê şer derket. Şerê li vê herêmê dewam dike.
Her wiha, danê sibehê balafirê şer û tankên artêşa Tirk a dagirker êrîşî navçeya Bilbilê kirin.
Tê gotin ku ji ber bomberdûmanê ji sivîlan şehîd û birîndar hene.