Artêşa Tirk zarokê 9 salî qetil kir
Arhat ê 9 salî ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker yên li ser navenda Efrînê de bi giranî birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da.
Arhat ê 9 salî ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker yên li ser navenda Efrînê de bi giranî birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da.
Arhat Elîko yê 9 salî ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker li ser taxa Eşrefiyê ya Efrînê de bi giranî birîndar bûyî, jiyana xwe ji dest da.
Di êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk yên li dijî Efrînê de zarok tên qetilkirin. Di roja 12’an a êrîşan de obusek li maleke li taxa Eşrefiyê ya girêdayî navenda bajêr ket.
Di êrîşê de Mihemed Ehmed Elîko (75), Ekrem Elîko (45), Arhat Elîko (9), Emîne Ebdulla Ferec (50), Mihemed Ehmed Elîko (10), Gule Mihemed Xelil (40), Eli Ekrem Elîko (40), Îzet Şex Muda (58), Ebdo Musa (11), Ehmed Şukri (39), Helime Ehmed Mengawi (70) û sivilekî ku navê wî nehate zanîn birîndar bû.
Arhat Elîko yê 9 salî ku rakîrîbûn Nexweşxaneya Evrîn tevî hemû mûdaxeleyan nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Tedawiya birîndarên din ê giran li nexweşxaneyê didome.