Navê 11 sivîlên birîndar eşkere bû-NÛ BÛ

Navê 11 sivîlên ku di êrîşa dagirkerên Tirk de li Efrînê birîndar bûn, hate eşkerekirin. Sivîlên birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Artêşa Tirk a dagirker û qirker, îro bi topan êrîşî taxa Turindê ya navenda Efrînê kiribûn û gelek sivîl ji ber vê êrîşê birîndar bûbûn. Navê 11 ji van birîndaran ji aliyê rêveberiya nexweşxaneyê ve hate eşkerekirn.

Li gorî daxuyaniya nexweşxaneyê, navê birîndaran wiha ye: "Mihemed Ehmed Elîko (75), Ekrem Elîko (45), Arhat Elîko (9), Emîne Ebdulla Ferec (50), Mihemed Ehmed Elîko (10), Gule Mihemed Xelil (40), Eli Ekrem Elîko (40), Îzet Şex Muda (58), Ebdo Musa (11), Ehmed Şukri (39), Helime Ehmed Mengawi (70)"