Artêşa Tirk a dagirker bombe li taxa Eşrefiyê ya Efrînê barand-NÛ BÛ

Hêzên Tirk ên dagirker obus avêtin taxa Eşrefiyê ya li navenda Efrînê. Ji ber êrîşê 12 sivîl birîndar bûn ku 2 jê zarok, 2 jî jin in. Tê gotin, dibe ku şehîd jî hebin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên wê yên çete di roja 12'an de ne. Dagirkeran îro danê nîvro obus avêtin maleke li taxa Eşrefiyê. Ji ber êrîşê Arnût Alîko yê 8 salî, Mihemed Alîko yê 15 salî û 2 jinên ku navê wan nehat hînbûn jî di nav de 12 sivîl birîndar bûn.

 

12 sivîlên ku tê gotin birîna wan giran e, rakirin Nexweşxaneya Avrînê.

Tê gotin, sivîlên birîndar bûn ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji navçeya Cindirêsê koçî Eşrefiyê kiribûn.

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe û balafirên xwe yên şer êrîşî gundê Hemamê yê Cindirêsê kirin û bi berxwedana şervanên QSD'ê ev êrîş hate şikandin.

Wekî din, balafirên şer ên Tirk bombe li girê Kevirê Qer ê li navçeya Reco barandin.