Parlamenta Başûrê Kurdistanê: Êrîşên li ser Efrînê hewldana dagirkirinê

Parlamenta Başûrê Kurdistanê êrîşên li ser Efrînê weke ‘ hewldana dagirkeriyê’ bi nav kir û hate gotin êrîş yekîtiya neteweyî ferz dike. Parlamentê bang li derdorê navneteweyî kir.

Di rûniştina Parlamenta Başûrê Kurdistanê de, ya li ser Efrînê êrîş bi rengê ‘hewldana dagirkeriyê’ hate binavkirin. Piştî rûniştinê di daxuyaniyê de hate gotin helwesta gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî hewldana dagirkirinê zelal e û tiştên ku divê gelê Başûr û hikûmet bike wiha hatin rêzkirin.

DIVÊ ÇI WERE KIRIN?

Divê deriyê sînor yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ji bo hevkarî û alîkariyên pêwîst yên di warê tendûristî û mirovî bi taybet ji bo Efrîn û giştî Rojavayê Kurdistanê. Pêwîste hêz û aliyên Rojavayê Kurdistanê ji ber metirsiyên li ser destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê, nakokiyên navbera xwede bidin aliyekî, bi rêya diyalog û hev qebûlkirinê yekîtiya neteweyî pêk bînin û destkeftiyên xwe biparêzin. Em di vê qonaxê de ji bo pêk anîna erkên netewî yên hevbeş lidar xistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê pêwîst dibînin. Divê berjewendiyên sereke yên netewî di ser berjewendiyên îdeolojî, hizbî û siyasiyan re bigirin

Tevgera Goran bi sedema ku derxistina hêzên Tirk ên ji Başûrê Kurdistanê, û di serî de Deriyê Sêmalka, vekirina sînorên di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de nekiriye rojeva xwe duh civîn protesto kiribû.

CIWANÊN BAŞÛRÎ LI SER RÊYA EFRÎNÊ NE

Dema ku civînê dest pê kiribû komeke ciwanan a ji Başûrê Kurdistanê ji Silêmanî ber bi Efrînê ve bi rê ketibû. Ciwan duh heta bi navçeya Pîremagrûnê çûbûn û piştî ku bi şev li vir mabûn vê sibehê dîsa rêya xwe domandin.