Êrîşa li dijî navenda Efrînê: 12 kes bi giranî birîndar bûn-NÛ BÛ

Li dijî navenda Efrînê êrîş pêk hatin. Hat diyarkirin koçberên ku ji ber êrîşan ji Cindirêsê hatibûn Efrînê bûne hedefa êrîşan.

Artêşa Tirk a dagirker ya ku li hemberî berxwedana şervanên QSD’ê têk diçe, dîsa êrîşî sîvîlan kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li hemberî berxwedana Efrînê tarûmar bûne û êrîşî sîvîlan dikin. Sûcê şer yê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dikin jî, cîhanê çavên xwe jê re girtine.

Îro li dijî navenda Efrînê bomberdûman hate kirin û li gorî agahiyên destpêkê 12 sîvîl bi giranî birîndar bûne. Hat hînbûn ku birîndar rakirine nexweşxaneya Efrînê, rewşa gelek birîndaran jî giran e.

Hat diyarkirin koçberên ku ji ber êrîşan ji Cindirêsê hatibûn Efrînê bûne hedefa êrîşan.

Li gorî agahiyan, sîvîlekî ku di êrîşa li dijî Cindirêsê de birîndar bûbû jî jiyana xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin sivîlên ku artêşa Tirk û çeteyên wê kirîn hedef li nexweşxaneya Efrîn tê dermankirin. Rewşa gelek ji birîndaran girane.