Saziyên civaka sivîl ên Rojhilat: Divê Tirkiye ji Efrînê derkeve

Rêxistinên civka sivîl ên bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşên dewleta Tirk a mêtînger a li ser Efrînê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kirin ku dengê xwe li Tirkiye bilind bikin.

Heft rêxistinên civaka sivîl ên bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşên dewleta Tirk a mêtînger ên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin: "Divê bi lezgîn dewleta Tirk a dagirker ji xaka Efrînê der bikeve."

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev 12 roj in gelê Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe ve li dijî her cûre êrîşan li ber xwe dide û wiha hate gotin: "Efrîn yek ji cihên herî aram ku hemû welatiyên koçber berê xwe dane Efrîn û li wir sitar bûne. Îro em dibînin artêşa Tirk û çeteyên wê bi tank, top û balafiran êrîşî Efrînê dike."

'JI BER BERJEWENDIYAN BÊDENGIN'

Rêxistinên civaka sivîl dan xuyakirin ku yek ji sedemên vê êrîşê ew e ku dewleta Tirk di nava siyaseta xwe ya hindirîn û derve de têk çûye û ji ber wê ewqasî bi hovane êrîş dike. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Şerê li Sûriye ji ber berjewendiyên qirêj ên hêzên navneteweyî derketiye û dixwazin Efrînê bikin qurbanê van berjewandiyan. Ji bo wê li hemberî qirkirin dewleta Tirk a li ser sivîlan bêdeng in."

'DIVÊ HER KES JI BO EFRÎNÊ RABER SER LINGAN'

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em weke rêxistinên civaka sivîl ên bajarê Bane ji xwe re erka mirovî dibînin ku piştgiriyê bidin Efrînê û li dijî êrîşên li ser Efrînê rawestin. Divê her kes li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bike û bêje Tirkiye ji xaka Rojava bi taybetî Efrînê derkeve. Dîsa em bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hember êrîşan şermezar dikin û bang dikin ku li dijî dewleta Tirk bibin xwedî helwest."

NAVÊN RÊXISTINÊN DAXUYANÎ DANE

Navên rêxistinên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê: Encûmena Jinan, Encûmena Nûjin, Encûmena Pajin, Encûmena Heja, Binkey Aştî, Encûmena Beroje û Encûmena Nabînyan.