Di roja 12'an a berxwedanê de li Efrînê û navçeyên wê çi qewimî?

Şervanên "Berxwedana Serdemê" ku li pişt her dara zeytûnê ya Efrînê ketine çeperê, ev 12 roj in li dijî koalîsyona DAÎŞ-El Qaîde-AKP'ê têdikoşin. Me bûyerên ku di roja 12'an de qewimîne dan hev.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nûsra ku li pêşberî berxwedana Efrînê tevizîne, her roj sûcê şer dikin. Cîhanê jî çavên xwe li vî sûcê şer ê dewleta Tirk girtiye.

Ji ber bomberdûmana ku artêşa Tirk a dagirker îro li navenda Efrînê kir, li gorî agahiyên destpêkê 12 sivîl birîndar bûn. Sivîlên birîndar rakirin nexweşxaneya Efrînê.

Ev sivîlên ku birîndar bûn, ji ber êrîşên rêxistina terorê AKP-El Nûsra ji Cindirêsê koçî navenda Efrînê kiribûn.

Li gorî agahiyan, yek ji sivîlên li Cindirêsê di êrîşan de birîndar bûn, îro li Efrînê jiyana xwe ji dest da.

CINDIRÊSÊ

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe û balafirên xwe yê şer êrîşî gundê Hemamê yê Cindirêsê kir. Şervanên QSD'ê ev êrîş şikandin.

Artêşa Tirk bi obusan êrîşî navenda Cindirêsê û gundên HesrîKê û Baflûrê kir. Ji ber bomberdûmanê xisareke mezin a madî li van cih û waran bû.

Helîkoptera bi tîpa Kobra ya artêşa Tirk a dagirker, bombe li gundê Hemamê yê Cindirêsê barandibû.

RACO

Li navçeya Raco ya Efrînê ku artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ-El Qaîde ev 12 roj in ji bejahî û hewayî ve êrîş dike, îro careke din êrîş hate kirin. Balafirên şer ên Tirk bombe li girê Kevirê Ker ê li navçeya Raco barandin.

Gundê Şingilê yê Racoyê jî duh bi şev ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hate bombekirin.

BILBILÊ

Di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de li gundê Qurnê û Çiyayê Şêxurzê yên navçeya Bilbilê şerekî dijwar diqewime. Çeteyan bombe li gelek malên sivîlan barandin.

Gundê Bukê û derdora wê yê navçeya Bilbilê, duh bi şev ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin. Bi helîkopterên bi tîpa Kobra jî êrîş li dijî navçeyê hate kirin.

ŞERA

Li navçeya Şerayê di navbera şervanên QSD'ê û artêş-çeteyên Tirk de li derdora gundên Bîr Elî û Dêr Sewanê şerekî dijwar diqewime. Hat ragihandin bi topan derdora navçeya Şera jî tê bombekirin.

NAVENDA RAGIHANDINÊ YA YPG'Ê DÎMENÊN NÛ WEŞAND

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, dîmenê bomberdûmana ku artêşa Tirk û çeteyên wê li cih û warên sivîlan dikin, weşand.

Navendê dîmenê derbên giran ên li herêma Raco li hêzên dagirker tê xistin jî weşand.

HEYVA SOR A KURDISTANÊ: 65 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DAN, 20 JÊ ZAROK IN

Bîlançoya êrîşên dagirkeriyê yên 10 rojan ên li dijî Efrînê hate eşkerekirin.

Heyva Sor a Kurdistanê li gorî daxuyaniyên aktîvîstên sivîl û Hêzên Sûriyeya Demokratîk raporek amade kir û ragihand ku ji 20'ê Çileyê heta 25'ê Çileyê êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê li dijî 200 hedefên sivîl û eşkerî hatin kirin.

Li gorî raporê, êrîşên ji nava Tirkiyeyê li dijî Efrînê hatin kirin bi giranî li herêmên bakur û rojavayê Efrînê rû dan û di encamê de 65 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku 20 ji wan zarok in, 12 jî jin in. Heta niha 163 sivîl birîndar bûn, 62 ji van jin û zarok in.

Li gorî raporê, zêdeyî 5 hezar sivîlan cih û warên xwe terikandin û li deverên din ên kantonê bi cih bûn.