BERXWEDANA EFRÎNÊ DI ROJA 52'AN DE YE

Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 52'an de ye. Êrîş li navenda bajêr û gundên li derdorê tê kirin. Li gelek cihan di navbera şervanên YPG/YPJ û dagirkerên Tirk de şer diqewime.

23:50

Balafirên şer ên Tirk navenda Efrînê bombe dike

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, bombeyan li navenda Efrînê dibarîne.

 

23:13

Ciwanên herêma Cizîrê yê ku ji bo tevlî Berxwedan Serdemê ya Efrînê bibin ketibûn ser rê, gihîştin Efrînê...

22:51

Kêliyên teqîna wesayîta leşkerî…

Kêliyên wesayîta leşkerî ya li gundê Cilbir a li Şêrewa hate rûxandin…

 

22:48

Şervanê YPG’ê Polat Efrîn li gundê Qizilbaş çalakiyeke fedayî lidar xist

Şervanê YPG’ê Polat Efrîn li îro li gundê Qizilbaş yê girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê çalakiyeke fedayî pêk anî û şehîd ket.

 

22:47

Li Tebqayê ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hindir ve, maleke hucreyî ya 4 çeteyên DAÎŞ’ê têde bûn hate îmhakirin.

19:26

Şervana YPJ’ê Rohenda li gel bavê xwe, di parastina Efrînê de şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê ragihand ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de şervana YPJ’ê Rohenda Xemgîn li gel bavê xwe, di parastina Efrînê de şehîd bûn.

 

18:57

QSD: 125 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya roja 52’an a Berxwedana Serdemê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di şerê 24 saetên dawî de 125 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.

 

16:29

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Satiya yê girêdayî  herêma Cindirêsê  bombebaran dike.

16:26

Cenazeyê 20 şehîdên 'Berxwedana Serdemê' hatin veşartin

 

15:27

 

15:11

Li Efrînê êrîşa hewayî: Gelek sîvîl birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hewayî zêde kir û sîvîlan dike hedef.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin sîvîlên li ser rêya Efrîn-Maratê bûne hedef. Ji ber êrîşa hewayî gelek sîvîl birîndar bûne.

Êrîşên hewayî yên li dijî navenda Efrînê û taxên derdorê di du rojên dawîn de didome.

14:06

Ji herêmên Cizîr û Firatê yên Bakurê Sûriyeyê, ji bajarên Minbic û Reqayê bi hezaran kes diçin Efrînê.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 52'an de ne. Bi hezaran mirovên ji herêmên Cizîr û Firatê, ji bajarên Minbic û Reqayê yên Bakurê Sûriyeyê bi rê ketin, ji bo pêşî li êrîşên qirkirinê bigirin, ji Minbicê berê xwe dan Efrînê.

13:35

 

12:00

Balefirên şer ên artêşa dagirker a Tirkiyeyê bombe li ser gundên Maratê û Trindê yên Efrînê barandin.

11:54

Balafirên şer ên Tirk bombe li şehîdgehê barandin

Artêşa Tirk a dagirker ku bi balafirên şer bombeyan li Efrînê dibarîne, êrîşî şehîdgehan dike. Derdora "Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr" ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

Bomberdûman di wê kêliyê de hate kirin ku bi hezaran kes ji bo tevlî merasîma cenaze bibe diçûn şehîdgehê.

Liv û tevgera balafirên şer dewam dike.

11:33

Balafirên şer bombe li Efrînê barandin

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên bi balafirên şer ên li dijî Efrînê didomîne. Navenda bajarê Efrînê du caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

 

11:23

 

11:08

Li gorî nûçeya ANHA'yê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombeyan li gundê Kokebê yê navçeya Cindirêsê dibarînin.

Wekî din li gundên Kotana, Derwêş û Qizilbaşa yên navçeya Bilbilê di navbera şervanên YPG/YPJ û leşker/çeteyên Tirk ên dagirker de şerekî dijwar diqewime.

11:06

Balafirên şer ên Tirk li ser Efrînê digerin

Êrîşên dagirkeriyê yên leşker û çeteyên Tirk ên li ser Efrînê, di roja 52'an de bi êrîşên bi balafiran dewam dike. Balafirên şer li ser navenda bajarê Efrînê difirin ku bi sed hezaran sivîl lê dijîn. Hate ragihandin, gelek balafirên şer ji nizm ve li ser bajêr difirin.

Navenda Efrînê û taxên li derdorê duh gelek caran ji aliyê balafirên şer ve hatibûn bombekirin.

11:06

 

11:05

 

11:05

 

11:05

 

11:04