Cenazeyê 20 şehîdên 'Berxwedana Serdemê' hatin veşartin

Bi hezaran welatiyên Efrînê û Bakurê Sûriyeyê cenazeyê 20 şehîdên 'Berxwedana Serdemê' bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.

Bi hezaran welatiyên Efrîn û Bakurê Sûriyeyê cenazeyê şehîdan ji Nexweşxaneya Avrîn a bajêr rakirin û bi qîrîna dirûşma 'Şehîd Namirin' ber bi Goristana Şehîd Avesta Xabûr ve meşiyan.

Li goristanê ji bo şehîdên azadiyê merasîmeke hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakurê Sûriyeyê Qehreman Mihemed û ji Rêveberiya Kongreya Star Welîde Botî axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin; "Artêşa Tirk a dagirker bi bomberdûmana bi balafirên şer dixwaze gel bitirsîne û bikin ku gel devji cih û warê xwe berde. Lê bi vê hevgirtina gelan û xwedîderketina li şehîdan wê planên Erdogan û artêşa wî têk biçin."

Dayika şehîd Şervan Şêrawa jî axivî û got "Ez serbilind im ku ez bûme dayika şehîdan.Kurê min di Berxwedana Serdemê de ku bi saya hevgirtina gelan li tevahiya cîhanê  deng veda, şehîd bû." Piştre li ser daxwaza şehîd Şervan, xwişka wî straneke şoreşgerî got.

Di dawiya merasîmê de, gel bi qîrîna dirûşmeya 'Şehîd Namirin' û bi tilîliyên dayikan cenazeyê şehîdan li goristanê spartin axê.

Nasnameya şehîdên hatin veşartin wiha ye:

Rizgar Mûsa (Welat Dêrik), Abdullrehan Abdullah (Rûstem Cûdî), Mihemed Reşîd(Qendîl Cûdî), Umer Mihemed Umer(Cîhad Zorava), Ronî Miho(Ronî Efrîn), Hesen Nesrî(Ebû Rîm), Rêzan El-Rabû(Rûstem Cûdî), Fîras Hisên(Qehreman Efrîn), Hafiz Heson (Bakur Efrîn), Cuma Mustefa(Şervan Şêrawa), Beşar Koloh Xeyrî (Rojhat Şêrawa), Qortayî Wan, Fayîq Hec Ebdo(Baran  Mûrdem), Mewlîde Mihemed (Gerîla Stêrk Çiya), Sînal Heyder(Avaşîn Kesra), Zekûr Hemo(Basil Sedawî), şehîdên Asayîşê ʺEdnan Reşîd  û Abdullrehman Şêx Xelîlʺ û şehîdên sivîl Medîne Hisên û Mihemed Mihemed.