QSD: 125 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya roja 52’an a Berxwedana Serdemê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di şerê 24 saetên dawî de 125 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya roja 52’an a Berxwedana Serdemê eşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

ʺTevî biryara Konseya Ewlehiyê ya navneteweyî ya rawestandina şerê li Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker êrîşên li dijî herêma Efrînê didomîne û sivîlan dike hedef . Dewleta Tirk bi vê yekê biryara konseyê binpê dike. Li hemberî van êrîşan hêzên me jî neçar in mafê xwe parastinê bi kar bînin û bersiva êrîşan bidin.

BAJARÊ EFRÎNÊ

Ji duh ve Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber bi çekên giran û balafiran êrîşî bajar û herêmên derdorê dikin.

CINDIRÊSÊ

Ji duh ve dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran  û balefiran gundên Şadira û Îska dike hedef.

BILBILÊ

Li eniya gundê Kotanayê ji duh ve bênavber di navbera şervanên QSDʹê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ʺDAIŞ û LE-Nusraʺ de şerekî dijwar diqewime. Her wiha dagirkeriya Tirk bi top û balefirên jî  êrîşî gundên Bilbilê dike.

Hêzên me li vê eniyê wesayîteke leşkerî ya dagirkeran şopand û kir hedef. Diyar bû ku li wesayîtê bombe hatibûn barkirin û dagirkeran amadekariya êrîşê dikirin. Di encama teqîna wesayîtê ji aliyê hêzên me ve zêdeyî 60 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin.

Li eniya gundên Qizilbaş Qaşa û Derwêş şer bi hemû dijwariya xwe didome. Hêzên me tespît kirin ku di van şeran de heta niha 30 çete hatine kuştin. Li aliyekî din jî artêşa dagirker bi çekên giran û balefiran êrîşî van gundan dike.

ŞERAWA

Li eniya gundê Basilê şer bi hemû dijwariya xwe didome û heta niha 14 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. Her wiha artêşa dagirker bi top û balefiran êrîşî gund dikin.

Li eniya gundê Vîlat El-Qadî şerê di navbera şervanên QSDʹê û Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de bênavber didome. Di encamê de 15 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin. Li aliyekî din jî artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balefiran gundan dike hedef.  Şerê li vê eniyê didome.

ŞERA

Li eniya bendava Meydankê komeke çete hewl dan ber bi bendavê ve pêş ve biçin. Şervanan ev hewldan têk birin û çete neçar man ku paşve vekişin. Hêzên me diyar kirin ku di şerê li vê herêmê qewimî de, 6 çete hatin kuştin.

RACO

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û balefiran êrîşî herêma Racoyê dike.  Girê Bîlal Hebeşî di serî de, artêşa Tirk a dagirker hemû gundên herêmê dike hedef.