Efrîniyan bang li cîhanê kirin: Hûn çima bêdeng in?

Li Efrînê ku dewleta Tirk a dagirker gefa qirkirinê lê dixwe, bomberdûmana bi balafirên şer dewam dike. Efrîniyan ev pir li cîhanê kirin: "Gelo êdî dem nehatiye ku hûn li ber vê zilmê rabin?"

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di roja 52'an de ne. Tevî ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara agirbestê da jî, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe yên şer û çekên giran komkujiyan li Efrînê dike.

Ji bo gel ji cih û warê wan derxîne, hem ji hewa hem jî ji bejahî ve dewleta Tirk yekser êrîşî sivîlan dike. Ji ber êrîşên dagirkerên Tirk, bi sed hezaran mirovên ji navçe û gundan koçî navenda bajêr kirin û bi vî rengî nifûsa bajêr qat bi qat zêde bû. Komunên li bajêr hewl didin bersivê bidin pêdiviyên welatiyên koçî bajêr kirine. Li her maleke li nava bajêr hema bêjin 2-3 malbat bi hev re dijîn. Gelek malbat li avahî û kargehên hê temam nebûne bi cih bûne.

Piştî ku dewleta Tirk êrîşî bendava Meydankê ku çavkaniya yekane ya ava Efrînê ye, pirsgirêka avê rû da. Ji bîrên berê av tê derxistin û hewl tê dayin bersiv ji pêdiviyên gel re bê dayin. Yekane deriyê Efrînê yê li derve vekirî, rêya Helebê ye. Lê belê ev rê jî ji ber ku ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hate bombekirin, anîna malzemeyên alîkariyê kêm maye bisekine.

XANIYÊ ME HILWEŞANDIN

Welatiyên Efrînê ku dewleta Tirk gefa qirkirinê li wan dixwe, ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin ku sed sal jî derbas bibe ew ê dagirkeriyê qebûl nekin. Dayika Hemîde ku ji gundê Qermîtlixê koçî Efrînê kiriye anî ziman ku dema ji gund derketin nekarî tiştekî bi xwe re bibin. Dayika Hemîde bêdengiya raya giştî ya cîhanê ya li pêşberî vê zilmê rexne kir û got, "Çima her kes bêdeng e? Em du malbat li vê dikanê dimînin. Em 4 kes in, malbata din jî 6 kes in. Em li cihekî welê biçûk dijîn. Xaniyê me hilweşandin Gelo dem nehatiye ku êdî li ber vê zilmê rabin?"

Mihemed Resûl ê ji Cindirêsê neçar ma koç bike anî ziman ku ew dixwaze şer biqede û li mala xwe vegerin: "Dewleta Tirk êrîşî me hemûyan dike, Kurdan dikuje. Divê em êdî her kes bibin yek û li ber vê rabin. Xaniyê me xera kirin, her tiştên me talan kirin. Hê jî cenazeyên me di binê xirbeyan de ne."

'EW PITIKÊN KU TE EW KUŞTIN WÊ BI SÎNGA TE BIGIRIN'

Dayika Zelîxa jî got, "Em li ser axa xwe bi rengekî aram dijiyan. Tu belayekî çawa ye ku derketî pêşiya me. Te mala ewqas mirovan şewitand, xwedê belayê bide te. Ew pitikên ku te kuştî, wê li dinya dinê bi sînga te bigirin. Ey zalim, te mala milet xera kir, te Sûriye xera kir û şewitand, niha dor hatiye Efrînê? Lê tu çi dike bike, em ê vê Efrînê ji te re nehêlin. Înşaleh wê serketin ya me be."

HETA KENGÎ BÊDENGÎ?

Hozan Eymen ku ji gundê Çeqela yê Şiyê koç kiriye, diyar kir ku ji ber bomberdûmana bi balafirên şer û hilweşandina gundê wan ew neçar man bên navenda Efrîne û got, "Dewleta Tirk çi ciwan, extiyar, zarok, her kesên sivîl dike hedef. Gelo cîhan vê nabîne? Neteweyên Yekbûyî, parêzvanên mafên mirovan li hemberî vê bêdeng in. Ev bêdengî wê heta kengî be?"

'EM JI CIH Û WARÊ ME KIRIN'

Fatme Îsmaîl a ji gundê Dimiliya yê navçeya Mabetayê neçar ma koç bike, anî ziman ku tevî zarokên xwe li derve mane û got, "Em ji cih û warê me kirin. Tiştek nema. Xanî nîne, av nîne, nan nîne. Gelo ev ne heram e? Ey dinya, hûn çima deng dernaxîne?"