Rejîma Îranê çawa ket rewşeke wisa?

Têkoşîna gelan a li Îranê, ji bo welat hîn bêhtir zerarê nebîne, divê vê rewşa krîzê veguherîne firsendê. Hewldana her kesî divê ji bo avakirina tevgera gel be ya ku xwe dispêre modernîteya demokratîk.

Di dîroka Îsraîliyan de faktorên êrîşê di bingeh de xwe dispêre sixûriyê. Ji xwe şerê pratika sahê beşekî esasê wê ye. Wek pisporên stratejiyan jî gotine xwe dispêre îstixbaratê. Ji bo gelê Cuhî ev wek gerdîşekî di nava rêvebirin û leşkeriya Îsraîl de heye. Di hemû xwendinên belgeyên pîroz an jî îdarî yên Îsraîliyan de ev rastî berdewam tê nirxandin. Lewma jî niha di êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê de herkes şaşwazbûye ka Îsraîl çawa ewqas di mile sîxurî de di nava Îranê de bi cih bûye. Ev rastî di nava xwe de ji bo me çend mijara vedibêje. Yekem şêwazê pêwendiyên Îran û Îsraîlê ku bingeha xwe ya dîrokî heye. Duyem, Îsraîl di nava hemû pêwendiyên xwe yên dostanî de tedbîrên rojekî bibe dijminê dostê xwe digre. Ev taybetmendiyekî dîrokî ya şêwazê fikrandina gel û rêveberiya Cuhiya ye. Ev gel ji dîrokê heta niha xwe bi van tedbîran parastiye û hebûna xwe daye domandin. Ev ji derveyî wê ye ku mirov alîgirê Îsraîlê be, an jî dijminê wî be ev rastî wisa ye.

Ger em vegerin ser êrîşa şeva 13’ê Hezîrana 2025’an ku ji nişkave bi berfireh û li gel hedefên sabît di heman demê de li hedefên bi tevger wek konseya komuta ya artêşa Îranê, ji me re rêka fikrandina di nava qeleyê de çawa bi cih dibî dide nişandan. Rastiya ku şevê din derket ev e. Îran di mile dîrokî, çand, rêveberî de hêza Îsraîlê tam nenirxandiye -nenasiye! Em vê ji ku derdixin ji ber ku dema Îsraîl di nava Îranê de serokê HEMAS’ê kuşt diviya Îranê kûraniya mijarê fêm kiribûya. Bi sêdare kirina çend endamên ji neteweya Kurd û gelanê dine Îranê dê nekaribûya tedbîrê li beranber xwe amadekirina Îsraîlê di nava Îranê de bigre.

REJÎM DI NAVA XWE DE RIZIYA YE

Başe wê demê ev rewş çawa û bi kîjan hemleyê gihîşt vê rojê. Di vê de ya ku divê em fêm bikin ew e. Rejîm di nava xwe de riziya ye. Kesên û komên di nava rejîmê de bi hevdu re di nava nakokiyan de ne. Ev dihêle ku hêzekî wek Îsraîlê ji bo wan bibe alîkar ku dijberên xwe bertaraf bikin. Piştî kuştina Îbrahîm Reîsî ku bi qezayekî helîkopterê hat kuştin. Ev kûraniya tasfiyeya di nava rejîmê de bi me dide fikrandin. Ev rewş wê berdewam bibe. Ji xwe piştî êrîşa Îsraîlê di daxuyaniya Elî Xameynî de ku dibêje “em nakokî û kêleyên nav xwe bihêlin bibin yek” ev gotin bi me dide hizrandin ku bi rastî jî rejîm di nava xwe de rêk nîne. Di heman demê de ev îtîrafa wê yekê ye ku rejîm bi dijminatiya bi gelên Îranê re winda dike. Êdî qurnaziya rejîmê ya ku ji hezaran salên rêveberiya dewletiya Îranê girtî dê encam nede. Ku gelên Îranê ji bo vê rejîmê dij bi êrîşên li ser wî bikevin sengera rejîmê. Ev rastî wek roj li meydanê ye. 

ÎRAN 44 SALIN ÊRÎŞÊ GELÊN ÎRANÊ DIKE

Em wek gelê Kurd û gelên Îran divê vê pêşketinê çawa û bi kîjan pîvanê binirxînin. Niha ya ku derketiye êrîşekî ji derve li ser Îranê ye. Di dîmen de ev wisa be jî, di rastî de ji têkoşîna di nava Îranê de dûr nîne. Bêguman karekterê dewleta Îranê nikare hêz û potansiyela gelên Îranê bihewîne. Ev lewaziya herî cidî ya dewleta Îranê ye. Ew ê ku dihêle dewleta Îsraîlê di nava Îranê de bingehekî mezin a dronan dayne û ji nav de li Îranê bide, yek bi yek bide pew serleşkerên wî û wan hedef bigre ji ber nakokiya dewleta Îranê ya bi gelên Îranê re ye. Dewleta Îranê 44 salin bi awayekî sistematîk êrîşî gelên Îranê dike. Ji xwe divê di bîra me de be ku dema rejîma Şah hat rûxandin; ne ew bû ku gelên Îran rejîmekî wisa xirap tundrew dixwestin wek defoktoyekî ev hêza heyî bi ser gelên Îranê de hat sepandin-xwe sepand. Lewma jî di rastî de hesap girtin û standinekî dîrokî di navbera gelên Îranê û rejîma Îran de maye. Ev nakokî di dema xwe de xwedî karekterekî cûda bû, niha xwedî karekterekî cûdatir e. Lewma jî divê were payîn ku di nava rejîmê de jî, di nava gelan û muhalefeta Îranê ya ji derveyî Îranê û di nava Îranê de jî, dê ji vê rewşê sûdmend bin û li gor wê xwe amade bikin. Ev di karekterê siyasete de heye û têkoşîna gelan jî vê rewşê ji bo ku welat û gelên Îranê hîn zêdetir zararmend nebin dê bikevin tevgerê. Ew çemkê dewlet û rejîma Îranê nîne ku di nava xwe de aştiyê berqirar bike. Berovajî dikare nakokiyan kûrtir bike. Ev jî dê bihêle ku nakokî di asta aştî de, ne di asta tundiya şer de werin çareserkirin. Lewma jî divê herkes li gor wê di nava hewldanan de be, ya ku bikaribe bibe derman li gor modernîteya demokratik ketina tevgerê ya gelên Îranê ye. Ger hêzên muxalif nikaribin li gel rewşa heyî wek alternatif derkevin, bibin alîgirê êrîşên Îsraîlê yan jî bi hinceta êrîşa ji derve bibin alîgirê rejîmê dê careke din neheqiyekî mezin li gelên Îranê bikin û bikevin zibilxaneya dîrokê.

Li gor vê heta niha rejîma Îranê hêzên muxalif di nava Îranê de nehiştin, hemû karakterên pêşeng yan kuştin an jî neçarî derketina ji derveyî Îranê kirin. Niha li beranber vê rewşê du rê heye. An divê ev hêzana bi awayekî rêz li tekoşîna di nava welat de tê kirin bigrin, yan jî divê bi xwe bikevin tevgerê, ev bi du rêka dibe yek; bi awayekî ji nav rejîmê bingeha parçekirina hêz, an jî hêza xwe li dij rejîmê bikarbînin. Ji ber ku divê ev rewş di nava Îranê de ji alî Îraniyan ve were çareserkirin. Gelê me li Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê di dema pêwendiya li ser çareseriya Neteweya Demokratîk ketina pratîkê de ne. Ev dikare ne bi rêya tundiyê, lê ji ber karekter rejîmê dê tundî neçarî be, lê di navbera gelan de jî diyalog berdewam be û avakirina civak û Netaweya Demokratîk be. Hem ji bo dijî emperyalîzmê, hem jî dijî paşverûtiyê, wê şoreşger bi alternatif derkevin pêş. Li Îranê dema çaraseriya Neteweya Demokratîk e.