Balafirên şer bombe li Efrînê barandin

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên bi balafirên şer ên li dijî Efrînê didomîne. Navenda bajarê Efrînê du caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker, bombeyan li navenda bajarê Efrînê dibarîne ku bi sed hezaran sivîl lê dijîn. Balafirên şer ên Tirk ku danê vê sibehê ji nizm ve li ser bajêr firiyan, bombe li rêya Şera ya li pêşiya bajêr barandin. Bomberdûman du caran li pey hev hate kirin.

Balafirên şer ên Tirk duh jî bombe li gelek cihên navenda Efrînê barandibûn.

Saziyên civakî yên sivîl ên li bajêr dibêjin, ji ber bomberdûmanê xeteriya komkujiyê li ser sed hezaran sivîlên li bajêr heye.