Hollande wê ji bo Efrînê banga 'herêma li firînê qedexe' bike

Serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande, ji bo rawestandina bomberdûmana artêşa Tirk a li ser Efrînê û ragihandina 'herêma li firîna balafiran qedexe' bangê bike.

Li gorî rojnameya Le Parisien a Fransayê, Serokkomarê berê Hollande wê ji bo "No Fly Zone" (Herêma li Firînê Qedexe) li Bakurê Sûriyeyê were ragihandin bangê bike.

Rojnameyê diyar kir, bi taybetî ji bo li Efrînê herêma li firînê qedexe bê rakirin wê bang were kirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku armanc ji vê bangê ew e ku navber ji êrîşên dewlet û çeteyên Tirk re bê dayin û ragihand, piraniya çeteyên bi dewleta Tirk re tevdigerin "cîhadîstên ji kelehên DAÎŞ'ê yên têkçûyî reviyane" pêk tên.

Rojnameyê da xuyakirin ku li gorî çavkaniyên Kurdan 240 sivîlan li Efrînê jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî hezar jî birîndar bûne.

Rojnameyê pirsa "François Hollande çima tevlî vê meseleyê bû?" kir û Nûnerê PYD'ê yê Parisê Xalid Îsa ev bersiv da: "Ji ber ku yekane rêveberekî biyanî ye ku ji Mijdara 2014'an û pê ve alîkariay leşkerî û dîplomatîk da me."

Nûnerê PYD'ê yê Parisê Xalid Îsa roja Şemiyê bi Serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande re rûniştibû. Îsa anî ziman ku Hollande fêhm kiriye ku divê bikevin nava liv û tevgerê û got, "Erdoğan dixwaze Kurdan derxîne û cîhadîstan li şûna wan bi cih bike. Bi vî rengî wê terorîstên ku bên li Fransayê bixin perwerde bike."

QESRA ELYSEE AMADE YE DESTEKÊ BIDE BANGÊ!

Rojnameyê wiha dewam kir: "François Hollande bi rêya vê bangê hêvî dike ku sinyalekê bide Fransa û Amerîkiyan ku piştî çareserkirina pirsgirêka DAÎŞ'ê hinekî berê xwe ji Kurdan zîvirandin. Li gorî derdora Hollande, armanc ji vê yekê dagirtina şûna Serokkomarê heyî Emmanuel Macron nîne. Bi vê yekê tê xwestin ku paytext dengê xwe bilind bikin û zextê li Enqereyê bikin. Li gorî kesekî ku bi dosyayê zane, Qesra Elysee amade ye destekê bide banga Hollande û vê bangê belav bike."