Şervana YPJ’ê Rohenda li gel bavê xwe, di parastina Efrînê de şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê ragihand ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de şervana YPJ’ê Rohenda Xemgîn li gel bavê xwe, di parastina Efrînê de şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Berxwedana Serdemê ya li dijî artêşa Tirk ku duyemîn artêşa NATO’yê ye 52 roje bi heybet didome.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye;

“Berxwedana Serdemê ya ku ev 52 roj in bi hemû hêza xwe li dijî dijminekî qirker ku di NATO yê de weke artêşekî duyemîn cih digre, tevî hevkarên xwe OSO, DAIŞ, Mertala Firat (Firat Kalkani) û komên din berxwedanek bê hempa şervanên YPJ, QSD û YPG raber dikin. Di vê berxwedanê de gelek qehremanên ku xwe kirin mertal û bi ruhekî fedayane, bi lehengî, destanî û efsaneyî didin nivîsandin derketin pêş. Li ser şopa Xerîb, Rûmet, Fîraz, Eylûl û Tolhildan hevrêya me Ruhenda Xemgîn dema ku bi erka xwe ya şopandina şerê Efrînê û rastiya şerê qirkirin û tune kirina gelê xwe dikir, li eniya Cindirêsê şehîd dikeve.

 Hevrêya me Rohenda bi ruhê xwe yê ciwan, bi moral û bi girêdana xwe ya bi felsefeya azadiyê ve dihat nasîn. Ev ruhê welatparêziyê ku ji malbat û kîna tolhildana şehîdan; ji xuşk û hevrêya xwe Denîz Xelat a ku di berxwedana Helebê de şehîd bûye girtiye. Tev bavê xwe Mihemed bi nas nav bavê Azad ê ku bi welatparêzî û girêdana welat ve dihat nasîn, dev ji ax û gundê xwe berneda û li kêleka hêzên parastinê çek hilda û welatê xwe parast. Di oxira parıstina axa Efrîn’ê de tevî keça xwe herêya me Rohenda Xemgî şehîd dikevin.

Em wek Navenda Ragahandina YPJ’ê ya soza şopandina rêya hevêya xwe   ROHENDA, XERÎB, MAZLUM, EYLÛL RÛMET Û TOLHILDAN ku di oxira danasîna rastiyê de xwe feda kirin didin û sersaxiyê ji malbatê re dixwazin. Bi ruhê welatparêziya bavê Azad dayî nîşandan soza serkeftinê didin.”