Hevserokê Heyva Sor: Gefa li ser Efrînê mezin e

Hevserokê Heyva Sor Dr. Nûrî Şêx Qenber got ku gefa li ser Efrînê gelek mezin e û dewleta Tirk bi gefên komkujiyan dixwaze gel ji Efrînê derxîne.

Ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên 20 Çîle ve li ser Efrînê 35 jê  zarok, 29 jê jin gi giştî  232 sivîl hate qetilkirin. Zêdetirî 668 sivîl jî birîndar bûn ji wan 90 zarok û 100 jin in. Hevserokê Heyva Sor Dr. Nûrî Şêx Qenber têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji ANF’ê re axivî û diyar kir dewleta Tirk bi gefên komkujiyan dixwaze gelê Efrînê ji Efrînê derxîne.

Qenber diyar kir ku ji roja êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rewşa sivîlan qeyd dikin û got ku balefirên şer bi taybet jîngehên sivîlan dike hedef. Qenber wiha domand; “Em weke Heyva Sor a Kurd ji destpêka êrîşan ve bi taybet rewşa sivîlan dişopînin. Li vir tişta em dibînin bi taybet sivîl dibin hedef. Jîngehên sivîlan yên ji cihên leşkerî û ji cihê şervanan dûr tê hedef girtin. Mînak li gelek cihan şivan bûn hedef. Li Gobelê, Cibirê û Basûtê yekser sivîl bûn hedef û komkujî pêk hatin.”

KOÇBERIYEKE ZÊDE BER BI EFRÎNÊ VE ÇÊBÛ

Qenber diyar kir ku ji bo sivîl cih û warên xwe biterikînin bi taybet dibin hedef û wiha got; “Bingehê wan ji van êrîşan ew e ku sivîlan bitirsînin û ji cihê wan biterikînin. Piştre jî li van gundan çeteyên xwe bi cih bikin. Gelê ku ji van gundan derketin berê xwe dan navenda Efrînê. Kombûna welatiyan li navendê jî bi xwere pirsgirêkên cûda anî. Yek ji van pirsgirêkan jî cih e, pêdiyên mirovî û gelek pirsgirêkên din.”

LI BAJÊR PIRSGIRÊKA AVÊ HEYE

Qenber got ku di êrîşên vê hefteya dawî de gelek metirsî derxist holê û wiha got; “Beriya hefteyekê yekem tesîsa ava vexwarinê ya bajêr kete destê wan û ava vexwarinê ya Efrînê hate qutkirin. Gelê Efrînê niha pêdiviyên ava vexwarinê ji birên avê digire. Li Efrînê nifûsa dawî net em nezanîn jî, zêdetirî 700 hezar sivîl neçarî vê avê vedixwin û pêdiviyên xwe ji bîran digirin. Ji ber ku ava bîran nayê tahlîlkirin dibe demê pêş de bi taybet jin û zarokan nexweşiyên cûda derbikevin.”

PIRSGIRÊKÊN LI EFRÎNÊ

Qenber got ku metirsiyek din a li ser Efrînê hedef kirin rêya Heleb-Efrînê ye û diyar kir ku tekane rêya Efrînê ya ji cîhanê re hatiye vekirin ev e. Qenber wiha domand; “Li ser rêya Helebê karwanê alîkariya xwarin-vexwarin û dermanan a ku ji bo gelê Efrînê tê, gelek caran bû hedef û ji ber vê jî alîkarî ev hefteyekê hatiye qutkirin. Li nexweşxaneyan her ku diçe derman diqede, xwarin-vexwarin diqede û ya herî girîng jî mazot xilas dibe. Ev 6 salên dawî ye dewleta Sûriyeyê elektrîk nedaye gelê Efrîne. Ev 6 sal e pirsgirêka elektrîkê ya Efrînê bi jenaratoran tê bicihanîn. Bi xilasbûna mazotê re wê elektrîk bi giştî qut bibe. Wê demê wê firin, nexweşxane kar nekin.”

‘MALÊN KURDAN TALAN DIKIN’

Qenber wiha domand; “Ev çeteyên hanê li her gundî gel qetil dikin, êşkence dike û malên wan talan dike. Ev jî li gel me fikaran çêdike. Eger cîhan li beramberî vê bêdeng bimîne û ev derbasî Efrînê bibin dibe ku bi sed hezaran mirov werin qetilkirin.”

‘EM DI DEMÊ PÊŞ DE POŞMAN NEBIN’

Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dr. Nûrî Şêx Qenber got ku gefa metirsiyê ya li ser Efrînê mezin e û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Gefa li ser gelê Efrînê mezin e. Ji ber vê sedemê jî em bang li  hemû saziyên navnetewî, doktorên sînornenas û UNICEF û NY dikin ku pêşiya vê komkujiyê bigirin. Beriya ku komkujiyên mezin çêbibin erka xwe pêk bînin û rolê xwe bileyzin. Ji bo rojekê ji van bûyerên çêbibin poşman nebin, divê bikevin nava tevgerê.”